ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, têkildarî rewşa Gundê Xerabê Bava yê 10 rojin di bin dorpêça leşkeriyê de ye û 3 kes lê hatin kuştin û 39 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin pirsname da Meclîsê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan têkildarî rewşa Gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ya Mêrdînê ku di 11'ê Sibatê de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û leşkeran bi ser malan de girtibû û 3 kes kuştibûn pirsname da meclîsê. Li gundê ku 3 kes hatin kuştin û 39 kes jî li qada gund rastî îşkenceyê hatin û hatin binçavkirin, 10 rojin ketin û derketin qedexe ye û destûr nadin heyet biçin nava gund.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi banga "Lezin" bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û hiqûqê kirin û xwestin bi lezgîn têkevin nava tevgerê. Navenda HDP'ê ji Serokatiya Parlamentoya Ewropa, Serokê Koma Parlamentoya Ewropa, Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa, Serokatiya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropa, Serokatiya Koma Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropa, Nûnertiya Bilind a YE'ê, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropa, Tora Piştevaniya Latin Amerika, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Yekîtiya Nave Parlamentoyê (IPU) xwest hestiyar tev bigerin.
Parlamenterê HDP'ê Atalan 16 pirs pirsîn
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan bi boneyabersivandinê ji Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Parastina Neteweyî 16 pirs pirsîn. Pirsên ku Atalan pirsîn wiha ne:
* Li ger ku bi awayekî fermî qedexeya derketina kolanan bi dawî bûye, çima li gundê Xerabê Bava dorpêç û qedexe didome?
* Li Mêrdîn di 11'ê Sibata 2017'an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Di qedexeyê de çend kes bi kijan hincetê li ku hatin binçavkirin?
* Di 11'ê Sibata 2017'an de kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin çend ji wan astengdar in. Çend ji wan zarok in?
* Ji 11'ê Sibata 2017'an û şûnde li gund û warên ku qedexeya derketina kolanan lê hatin îlankirin çend kesan jiyana xwe ji dest dan? Ev kîne, sedema mirina wan a rapora saziya tipa edlî çiye?
* Ji 11'ê Sibata 2017'an û şûnde, di operasyonên ku li Mêrdîn hatin destpêkirin de destûr nedan ku welatî derkevin derve û destûr nedan pêdiviyên jiyanê bibînin sedema wê çiye?
* Zarok, kal, pîr, jin ciwan tev li qada kom kirin tazî kirin û li qada gund îşkenceya zayendî li wan kirin. Ev îdîa rast e? Çima li dijî hiqûq û mafên mirovan tev geriyan?
* Bi gundiyan ku kesên xwendin û nivîsandina wan tune jî bi zorê belgeya ku nehat zanîn naveroka wê çiye bi zorê hat îmzekirin. Sedema vê yekê çiye? Ew belgeya navborî çiye?
* Leşker û tîmên tevgera taybet hin mal wekî biryargeh bikar anîn Bi zorê mal û alavên wan desteser kirine. Ev rast e?
* Leşker zarokan wekî gef dibîne? Tê gotin ku leşkeran çek xistine serê zarokan û gefa kuştinê li wan xwariye rastiya wê çiye?
* Leşkeran gefa kuştinê li dayik, bav û zarokên wan xwariye ev raste?
* Leşkerên ku gefa kuştinê û bombekirinê li gundiyan xwariye kîne? Ev gef çiqasî li gorî gotina “Bi armanca ewlehî û parastina mal û canê welatiyan tedbîr hatine girtin" rast e?
* Li gel ku welatiyan destûr nedaye li malê bigerin jî bi zorê bombeyên gazê avêtine hundirê malê. Çima?
* Bi zorê gazên bombeyê avêtiye goman û çima gomên sewalên welatiyan şewitanidine?
* Îdîaya ku ji bo welatiyan bikin sîxur û cerdevan çiqas rast e?
* Hûn difikirin ku têkildarî van îdîayan lêkolîn bikin û pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin?
* Tu armanc û fikra we ya ku hûn li dijî îşkenceya derûnî, mafên mirovan perwerde bidin leşker û polisan heye?