SEMSÛR- Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim ê ku serê sibehê ji balafirgehê diçû Enqereyê hatibû binçavkirin hate berdan. Yildirim ê ku ji bo îfade bide anîn edliyeyê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran îfade da û bi biryara qedexeye derketina derveyî welat hate berdan.
Der barê Yildirim de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve têkîldarî 6 dosyayên cuda îdianame hatiye amadekirin. Yildirim ji ber ku di 17'ê Sibatê de beşdarî doza xwe ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran nebûbû der barî wî de biryara girtinê hatibû derxistin. Di doza ku hate vekirin de Yildirim bi "endamtiya rêxistinê" "biçûkxistina saziyên dewletê" "maxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan" ve tê sûcdarkirin.
.