DÎLOK - Sekreterê ÎHD’ê yê Dîlokê Yakup Koca diyar kir ku li Tirkiyeyê di bin navê hiqûqê de bêhiqûqî tên kirin û wiha got: “Em hemû kesên demokrat û hiqûqparêz vedixwînin tekoşîna li dijî bêhiqûqiyan.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê di çarçoveya binpêkirinên mafan de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin, endam û rêveberên ÎHD’ê tevlî civînê bûn.
‘SAZIYÊN ALÎKARIYÊ DIDIN GEL HATIN GIRTIN’
Di civînê de Sekreterê ÎHD’ê yê Dîlokê Yakup Koca axivî û diyar kir ku wek tê zanîn sala 2016’an bi kuştin, taxribata xweza û cihên dîrokî, darbeyek bixwîn, bi hezaran binçav kirin û ji karavêtinan tê bi bîranîn. Koca destnîşan kir ku gelek saziyên sivîl ên binpêkirinên mafan tescîl dikirin bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin û wiha got: “OHAL a ku ji bo berpirsyarên darbeyê bên diyarkirin hat destpêkirin ji rê derket, gelek kes ji kar hatin avêtin û saziyên alîkariyê didin gel hatin girtin.”
‘JI BO XEBATÊN DESTHILATDARIYÊ QEDEXE TÊN RAKIRIN’
Koca da zanîn ku gotinên siyasiyan jî gel ji hev cuda kirin, ev gotinên bûn sedemê êrîşkirina saziyên sivîl. Koca da zanîn ku bi hinceta OHAL’ê li her cihî qedexe hatin danîn, lê ji bo xebatên desthilatdariyê ji bo demek kurt hatin rakirin.
BANGA BIHISTIYARIYÊ KIR
Koca diyar kir ku mixabin hiqûq jî kirin pêlîstoka van bêhiqûqiyan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber van sedeman em hemû kesên demokrat û saziyên sivîl vedixwînin tekoşîna li dijî bêhiqûqiyan.”