Operasyona rizgarkirina Mûsilê ber balafirgehê ve diçe

NAVENDA NÛÇEYAN- Di operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê de hin gund hatin azadkirin artêş ber bi balafirgeha Mûsilê ve diçe.

Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ku hatibû destpêkirin didome. Fermandarê Odeya Operasyona "Va Em Hatin Ey Nînowa" Ebdulemîr Reşîd Yarela û Serokê Polîsên Federal ên Iraqê Raîd Şakir Cewdet têkîldarî roja yekem ya operasyona rojavayê Mûsilê de daxuyaniyek weşandin û bilançoya roja yekem ya destpêkirina operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê aşkera kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de li rojavayê Musilê 13 gund hatine rizgarkirin û artêş gihîştiye 5 kîlomtere başûrê balafirgeha Mûsilê.