Parezeran piştgirî da akademisyenan

STENBOL - Parezeran bi armanca piştgiriyê bidin akademisyenan civîna çapemeniyê pêk anîn. Parêzeran diyar kirin ku ew dê bi her awayî piştgiriya hiquqê bidin akademîsyenan. Komek hiqûqnas û bi armanca piştgiriyê bidin mamoste û akademisyenan û balê bikşînin binpêkirina hiqûqê li Baroya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek parêzer û hiqûqnas amade bûn. Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, siyasetmedar Mehmet Ercan Karakaş, akademisyenê hiqûqnas Bahri Belen û gelek akademisyenên din amade bûn.

EM LI CEM AKADEMÎSYENAN IN

Li ser navê Koma hiqûqnasan Prz. Arzu Becerik, anî ziman ku bêyî delîl û beygeyên têkildarî hewldana darbeyê hebe hemû kesên muxalif îxrac dikin û wiha got: “Hikûmet bi armanca li dijî komployê bi ser bikeve bi rêbazên OHAL'ê tedbîran digire. Bi van tedbîran hemû kesên li dijî xwe mafê azadiya wan binpê dike. Van zext û bê hiqûqiyê pergala hiqûq, daraz, parêzer, akademisyen jî xistine nava pêlên xwe. Îxraca bi KHK'ê wan nake sûcdar. Piştgiriya me ya hiqûqê dê ji bo wan berdewam bike. Em bang li rayedaran dikin ku bi lezgîn dest ji van îxracan berdin û erka wan dîsa bide wan. Em li cem akademisyenan in û em dê hemû alîkariya hiqûqî bidin wan. Em wekî parêzer û hiqûqnasan li cem akademisyenan cih digirin û bi her awayî piştgiriya hiquqî didin wan. "


Endama Koma Parêzerên Hemdem Endamê Koma Parêzerê Demokrat ên Azadîparêz Several Ballikaya jî anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê ihlalên îşkenceyê jî zêde bûne û wiha got: "Di vê pêvajoya hilbijartinê de dewlet hemû kesên li dijî xwe dibîne ji pêş xwe paqij dike. Em wekî parêzeran di serî de li cem Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Prof Dr. Îbrahim Kaboglu cih digirin."

Cîgirê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiye prz. Başar Yalti anî ziman ku di şexsê Kaboglu de dixwaze hiqûqnasan bêdeng bike. Herî dawî Îbralîm Kaboglu jî anî ziman ku zêdeyî 4 hezar akademisyen hatin îxrackirin û wiha got: "Ev li dijî hiqûqê ye. Tu eleqeya van kesan û darbeyê bi hev tune ye."