Girtiyên îşkence ragihand rastî cezayê ragihandinê hatin

XERPÊT - Girtiyên ku îşkenceya li Girtigeha Tîpa T a Xerpêtê ji ÎHD'ê re ragihandin rastî 6 meh cezayê qedexeya ragihandinê hatin.

Li Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê zext û zordariyên li ser girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku îşkenceya li Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê bi heyeta Mafên Mirovan a Amede re parev kirin rastî 6 meh cezayê qedexeya ragihandinê hatin. Malbatên ku çûn hevditina vekirî, çavdêriyên xwe yên di 40 deqîqeyan de bihîstin parve kirin. Xizmên girtiyan ên çûn hevdîtinê diyar kirin ku zextên li dijî girtiyên jin ên fîzîkî û zayendî zêde bûye. Xizmên girtiyan anîn ziman ku girtiyên mêr jî rastî tundiyê tên. Xizman da zanîn ku hefteyek e bi hinceta faturaya avê pir hatiye avê nadin girtiyan.
Xizmên girtiyan destnîşan kir ku kesên bi name û faksan agahî dane ÎHD'ê rastî 6 meh cezayê ragihandinê hatine. Girtiyên li dijî van pêkaninan dengê xwe bilind kirin jî rastî zext û gefan tên.