STENBOL - Di 9'ê Îlona 2015'an de dema komeke nîjadperesta êrîşî avahiya HDP'a Çekmekoyê kiribû, kesê bi navê Engin Atici jî bi çekê avahî gulebaran kiribû. 5 sal û 6 meh cezayê girtîgehê û hezar TL cezayê pereyî li Ateş hat birîn.
Di 9'ê Îlonê de li Çekmekoya Stenbolê komek nîjadperest êrîşî avahiya HDP'a navçeyê kiribû û der barê kesekî de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara hat dayîn. Di rûniştina li 28'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya li Edliyeya Anadolûyê hat dîtin de, bersûc Engin Atici amade bû. Di dozê de 5 sal û 6 meh ceza li Atici hat birîn.
Heyeta dadgehê di biryara xwe de bi hinceta "Xesardayîna avahiyên partiyên siyasyî an jî saziyên pîşeyî" sal û 6 meh, bi hinceta "Bi terhê afirandina tirs, guman û rageşiyê berdana çekê" salek, bi hinceta "Peydekirina çekên bêruxset, kirîna gulan" hezar TL û bi hinceta "Bi çekê an jî amûrên di Madeya 23'yemîn de tên diyarkirin beşdarbûna civîn û meşan" 5 sal û 6 meh ceza li Atici birî.