DÎLOK - Ji bo komên OSO’yê yên li hawirdora Babê tengijîne û Tirkiye nikara piştgiriya hewayî bike hat diyarkirin ku piştevaniya lojîstîk û leşkerî ji gundê Sêvê yê Kilîsê di ser gundê Hawar Kilîsê yê Şehbayê de pêk tê.
“Tevgerîna Mertalê Firatê” ya ku Tirkiye di bin pêşengiya El Nûsra, Tûgayên Siltan Mûrat, Ehrar El Şam, Nûreddîn Zengî bi Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) re da destpêkirin, piştî Cerablûs, El Raiyê niha li sînorê El Babê didome. Komên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, dixwazin bi girtina Babê gihandina kantonên Efrîn û Kobaniyê asteng bikin û ji bo Helebê tevbigerin. Tê diyarkirin ku ev li sînorê Babê tengijîne û li gel vê têketina balafirên TSK’ê ji bo Qada Hewayî ya Sûriyeyê hatiye qedexekirin. Tê destenîşankirin ku, rejîm piştevanê wê Rûsya yên Helebê dorpêçkirine di vê astengiyê de rola sereke dilîzîn û her wiha DYA jî piştevaniya Tirkiyeyê nake û bi vî awayî safê xwe diyar kiriye. Li gel van geşedanan tê diyarkirin ku, navçeya Qarqamişê ya Dîlokê û navçeya Elbeyliyê ya Kilîsê wek binkeyên leşkerî hatine veguherandin û her wiha tê diyarkirin ku, milîtanên OSO’yê dibin Cerablûs û El Raiyeya ku li hemberî her du navçeyan cih digirin û ji bo wan piştevaniya lojîstîkî dikin.
XETA NÛ
Li gel vê penbaerên li herêmê, li kampên Gara Trênê ya Çobanbeyê û gundê Sêvê yê Kilîsê tên bicihkirin û tê îfadekirin ku, di navbera van her du herêman de tim milîtan û piştevaniya lojîstîkî sewqî gundê Hawar Kilîsê dikin. Tê diyarkirin ku, venêrîna vê xetê jî ji aliyê milîtanên Tûgaya Siltan Mûrat ên li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin pêk tê. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku, gelek otobêsên camreş ên tên gundê Sêvê derbasî gundê Hawar kilîsê dibin û dibêjin, ev otobês gelek ciwanan vediguhêzên û her wiha heman çavkanî dest nîşan dikin ku, heman otobês bi eskortiya wesayîtên dokça li paş wan in û di bin çavdêriya tîmên taybet û hin kesên sivîl de tên derbaskirin.
'LI EZAZÊ ŞERÊ DYA-TIRKIYÊ PÊK HAT’
Çavkaniyên herêmî yên tînin ziman ku ev xet di warê leşkerî de hatiye bikaranîn û diyar dikin ku, Deriyê Sînor ê Oncupinara Kilîsê û Ezazê bi piranî ji bo karên fermî tên bikaranîn. Di nav agahiyên hatin dayîn de, rayedarên dewletê yên derbasî Ezazê dibin li wir li gor geşedanan civînan li dar dixin. Li herêmê welatî diyar dikin ku, şerê li Ezazê yê di navbera koman de derket, şerê DYA û Tirkiyeyê bû û di encama vî şerî de Eniya Şamê ya DYA piştevaniya wê dike bi temamî kontrol xistiye destê xwe û her wiha dest nîşan kirin ku, TIR’ên barê wan zexîre û lojîstîkî hîn jî di derî re derbas dibin.
Nazim Daştan-dîhaber