Tekane û şahidê dawîn ê ji qozeyan hilberîna hevrîşimê dike

DENÎZLÎ - Li Bûldanê, Yaşar Dişkaya yê li baxçeyê mala xwe 39 sal e bi rê û rêbazên berê ji hevrîşimê hilberîna şalan dike, tekane kes û şahidiê dawîn e ku ji qozeyan hevrîşimê çêdike.

Li navçeya Bûldanê ya Denîzliyê, Yaşar Dişkaya (65) ê li baxçeyê mala xwe bi rê û rêbazên berê 39 sal e hilberîna hevrîşimê dike, tekane kes û şahidê dawîn e ku ji qozeyan hevrîşimê çêdike. Dişkaya, ragihand ku wî di zarokatiya xwe de ev kar ji bavê xwe hîn bûye û got, piştî bavê wî wefat kiriye, li Bûldanê wî ji qozeyan hilberîna hevrîşimê wek mîrate dewr girtiye. Dişkaya, niha li mala xwe ya zarokatiya wî lê derbas bûye hilberîna şalên ji hevrîşimê dike.

TEKANE KES Û ŞAHIDÊ DAWÎN...

Dişkaya, anî ziman ku wî berê bi toximên wan koza hildiberand û got, ji ber niha eleqeya ji bo berên hevrîşimî kêm bûye ew li gor pêdiviyên xwe êdî ji Bûrsayê qozeyan dikirin. Dişkaya, dest nîşan kir ku ew bi rê û rêbezên berê hevrîşimê hildiberîne û wiha ji qozeyan behsa çêkirina hevrîşimê kir: "Em beroşa xwe tije av dikin û paşê dikelînin. Piştî av keliya em qozeyan bera beroşê didin. Paşê em bi melkesê li qozeyan didin û bi serikên wan hevrîşimê dikişînin. Hevrîşimê em dikişînin li çerxê dixin. Dema qozeyeke biqalîte zêde bi gilêzê îfraz bike, ji qozeyekê hevrîşimeke bi dirêjahiya xwe hezar û 350 metre derdikeve. Em ji 30-40 qozeyan çerxek hevrîşim derdixin. Niha bi vê rê û rêbazê tenê ez hevrîşimê çêdikim."

‘EM JI DARBERÛYÊ BOYAXÊ ÇÊDIKIN'

Dişkaya, diyar kir ku piştî ew ji qozeyan hevrîşimê çêdike, karê boyaxê jî ew bi xwe dike û wiha axivî: "Ji bo boyaxkirina hevrîşiman, em boyaxa xwe jî bi riyên xwezayî hildiberînin. Em berûyan germ dikin û di beroşê de wan dikelînin. Em ji ava wê boyaxê çêdikin." Dişkaya, ragihand ku piştî karê boyaxkirinê ew hevrîşimê bi tevnê radiçinînin û wiha got: "Piştî raçandinê ji ber hevrîşim hişk dibe, em wê bi sabûnê dişon. Paşê tê merheleya bi kar anînê. Yanî bi kurûkurmancî ji qozeyan hilberîna hevrîşimê bigire di her merheleyên wê de ez heme."

‘PIŞTEVANIYA ABORIYA ME DIKE'

Dişkaya, dest nîşan kir ku ji qozeyan hilberandina hevrîşimê bi awayekî zêde pişetvaniya aboriya wan dike û wiha domand: "Bi vî karî malbateke dikare debara xwe bike. Ji zarokatiya min ve malbata me karê raçandinê dike. Malbata min bi pereyên ku ji van dezgehan bi dest xistiye hem zarokên xwe daye xwendin hem jî ew pê zewicandine. Niha ji ber hevrîşim buha ye, kes zêde nakire. Ji ber vê kêm tê firotin. Niha ez rojê 3 şalên hevrîşimî dikarim çêbikim. Heba wî bi 100 TL'yî difiroşim. Ji ber vê di warê aboriyê de dahateke wê ya baş heye."

Dişkaya, diyar kir ku ji ber ew pîşeyê bavê xwe didomîne, ew bi azweriyeke zêde vî karî dike û got, her ku ew raçandina hevrîşimê dike roja wî ya ewil a 39 sla berê dest bi kar kiribû tê bîra wî. Dişkaya, got ji bo li Bûldanê ji qozeyan hilberîna hevrîşimê neqede ew vî karî hînî kurê xwe dike û wiha axivî: "Heke bike, dê li Bûldanê kurê min bike. Niha ji bilî wî kesek tune ye ku vê mîrateyê dewr bigire. Heke ev pêşî nedome, ez ê li ber bikevim. Ciwanên bixwazin dikarim hînî wan bikim, lê ji ber ciwan li karên li ser maseyan digerin kes berê xwe nade vî karî."