SÊRT - Li Sêrtê, rêveberên Egitim-Sen'ê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin, gotin ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".
Têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de di bin şert û mercên OHAL'ê de pêk bê, her diçe dengên "Na"yê zêde dibe. Li Sêrtê jî, endam û rêveberên Egitim-Sen'ê yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Hevserokê Şaxa Egitim-Sen'a Sêrtê Serdar Batur ê hat îxrackirin, anî ziman ku Qanûna Bingehîn a heyî ji bo pêdiviyên gelên Tirkiyeyê nabe bersiv û got, ji xwe dengdayîna 16'ê Nîsanê jî ji bo têkûzkirina Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê ye. Batur wiha axivî: "Ev guherîn dûrî demokrasiyê ne. Di naveroka vê de ne nasnameya kurdan tê pênasekirin, ne di warê bindestan de îfadeyek cih digire û ne jî têkildarî jinan tiştek cih digire. Têkildarî xebatkaran, kedkaan, bindestan û hêzên demokrasiyê de tu tiştek tune ye. Tenê li gor pêdiviyên kesekî tenê hatiye amadekirin. Ji ber vê tewra me ya li dijî vê helbet dê 'Na' be. Çimkî, heke niha ewqas azadî hatibin hilwaistin, dema 'Erê' derkeve kêm zêde em texmîn dikin dê çi derkevin holê."
Batur, diyar kir ku di nav 18 madeyan de têkildarî demokrasî û azadiyan peyvek jî tune ye û wiha got: "Ev guherîn ji aliyê MHP û AKP'ê ve li ser îslama siyasî û netewperestiyê hatiye çêkirin. Ji ber vê em ê bibêjin 'Na'."
‘EV GUHERÎN DÎKTATORIYA YEKZILAMÎ TESDÎQ DIKE'
Sekreterê Rêxistinbûyîna Egitim-Sen'ê Turgay Dabakoglu jî diyar kir ku guherandina Qanûna Bingehîn a dê berpêşî referandûmê bê kirin, ji xwe di nav ya heyî de heye. Dabakoglû, anî ziman ku dê bi vê guherînê zirxekî neperspirsiyariyê li serokomar bê kirin û wiha axivî: "Yanî dê OHAL'a heyî wek rewşeke asayî be bidin der. Ji ber vê helbet em ê di referandûmê de ji bo kedkar û bindestan bibêjin 'Na'. Di rewşa heyî de jî em dibînin ku hemû azadî hatine binpêkirin. Dema ev bi rayeyeke qanûnî têkeve destî kesekî diyar e dê ji bo azadiyan, mafan rewş çawa bibe. Ji ber vê nepêkan e ku em vê qebûl bikin."