Koroya Kizil Nota: Me ji Zeki Muren pirsî got bibêjin 'Na'

ÎZMÎR - Koroya Kizil Notayê ya ji aliyê Komeleya Kizil Okyanûs LGBTÎ'yê hat avakirin, strana "Tu dînî dîn" bi gotinên "Me duh bi şev ji Zeki Muren pirsî/Got bibêjin Na, Na Na" li hev anîn û şîrove kirin.

Koroya Kizil Notayê ya ji aliyê Komeleya Kizil Okyanûs LGBTÎ'yê hat avakirin, strana "Tu dînî dîn" (Delisin Delisin) ji bo referandûmê li hev anîn û bi gotinên wek "Tayyip tu dîn î" şîrove kirin. Aktivîstê Kizil Okyanus LGBTÎ'yê Umut Can diyar kir ku wan bi piştevaniya Meclîsa Jina Sosyalîst (SKM) stran li hev aniye û anî ziman ku, AK Partiya ku 15 sal e heman polîtîkayê li ser LGBTÎ'yan dimeşîne, li ser jinan jî heman polîtîkayan disepîne. Can wiha got: "Ji bo hevalên me yên her roj dibin qurbanê cinayetên nefretî, ji bo qedexekirina meşên rûmetê yên salênd awî û ji bo xespkirina mafên me, me ev stran amade kir. Em ji polîtîkayên cinayetên nefretî re dibêjin 'Na'."

‘JI BO 'NA'YÊ EM BANG LI HEMÛ LGBTÎ'YAN DIKIN'

Can, anî ziman ku AK Partî guherandina Qanûna Bingehîn li gor berjewendiyn xwe kirine û wiha domand: "Dê qetilkirina LGBTÎ û jinan bidome. Tu telafiyeke vê qanûnê tune ye. Îro DAIŞ çawa LGBTÎ, jinan qetil dike heke 'Erê' derkeve dê bi heman awayî ev bidomin. Em ê bi 'erê' nikaribin doza tu mafên xwe bikin. Îro ciwan û derdorên bindest kuçe bi kuçe rêxistinbûyîna 'Na'yê dikin. Bi vê stranê me xwest em diyar bikin ku em li cem wan in. Di demên dawî de li welat cinayetên nefretî zêde bûne û ji ber ji bo 'Na'yê em bang li hemû LGBTÎ'yan dikin."

Endama SKM'ê Gozde Kizilçelik jî got, dê bi dengê "Erê" re aloziyeke mezin çêbibe. Kizilçelik, dest nîşan kir ku tekane cihên ku şoreşger û bindest dengê xwe bilind dikin kuçe ne û wiha axivî: "A rast AKP dixwaze kuçeyan û qadên me ymn demokratîk bigire. Me bi vê stranê xwest derdorekê çêbike. Li welatê ku bi nêvengî rojê 5 jin lê tên kuştin, jin dixwzin bijîn. Ji ber vê em bang hemû jinan dikin da bibêjin 'Na'."

Çend pasajên stranên ev in:

Ax Tayyip me zaf ji destê te kişand
Ka bibêj ev çi halê te ye
Welehî tu dîn î dîn
Ma qey em bêexlaq in
Em serokatiyê naxwazin
Qey me te dîn kiriye
Welehî tu dîn î dîn

Welew ku em dibêjin na
Em li kuçeyan evînê birêxistin dikin
Duh bi şev min ji Zeki Muren pirsî
Got bibêjin Na, na
Tu dîn î dîn
...