Ji Semsûrê heta Parîsê girtiyê azadiyê: Mîsak Manûşyan

AMED - Di ser gulebarankirina şoreşger, helbestvan û xeratê ermenî Mîsak Manûşyan û 22 hevalên wî de 73 sal derbas bûn.

21'ê Sibata 1944'an helbestvan û şoreşger Mîsak Manûşyan û 22 hevalên xwe hatibûn gulebarankirin û ev dîrok ji bo fransiyan û kesên jiyana xwe di oxira têkoşîneke şoreşgeriyî de fida kirine xwedî wateyeke cuda ye. Her wiha li dijî dagirkirina Naziyan a Fransayê, têkoşîna 23 şoreşgerên ji nîjadên cuda bû hest û besta têkoşîna enternasyonal jî. Her wiha 21'ê Sibatê li Fransayê wekî "Roja Berxwedana Navnetewî ya Li Dijî Emparyalîzmê" tê pîrozkirin.

DI 1915'AN BI SAXÎ FILITÎ

Helbesvan, şoreşger û xeratê ermenî Mîsak Manûşyan di 1'ê Îlona 1906'an de li Semsûrê hat dinyayê. Dema qirkirina ermeniyan a 1915'an 9 salî bû û bavê wî ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. Dayika wî jî ber bi çolên Deyr Zora Sûriyeyê ve hat şandin û di rê de jiyana xwe ji dest da. Manûşyan û kekê xwe Xerapêt ji aliyê malbateke kurd ve tên parastin û biv îa wayî bi saxî ji qirkirinê difilitin. Paşê li êtimxaneyeke ermenî ya li bajarê Cûniyê yê Sûriyeyê tê bicihkirin û li vir hînî xeratiyê dibe.

MIRIN, TUNEBÛN, EVÎN Û PARÎS

Manûşyan di sala 1925'an de tevî kekê xwe koçî bajarê Marsîlyayê yê Fransayê dibin. PIştî Marsîlyayê birayên Manûşyan ber bi Parîsê ve diçin. PIştî tên Parîsê bi demeke kin kek Xerapêt jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina Xerapêt, Manûşyan rastî rojên zor û zehmet tê û bi bandora bûhrana aborî ya 1929'an demekê betal dimîne û paşê li fabrîqeya otomobîlan a Cîtronê wek karker dest bi kar dike. Li Fabrîqeyê, bi Melînee ya jê re dibêje "Êtima min a biçûk" nasîna wî çêdibe. Paşê bi Melîneeyê ya ew jî ji tehcîra ermenan bi saxî filitîye re dizewice.

DIBE ENDAMÊ PARTIYA KOMUNÎST A FRANSAYÊ

Manûşyan ê di nav CGT'yê (Konfederasyona Karkeran a Giştî) de cih digire, di sala 1934'an de dibe endamê Partiya Komunîst a FRansayê. Manûşyan, derdoreke çand û wêjeyê yên ermen dinase û paşê tevlî qursên wêje, dîrok û felsefeyê dibe. Pişt re helbestan dinivîse û di avakariya kovara Çank (Hewldan) û Mişagûytê (Çand) de cih digire û dibe nivîskarên van kovaran. Di sala 1936'an de dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê dest pê dike, Manûşyan dixweze tevlî Lîwayên Navnetewş bibe, lê belê rayedarên Partiya Komunîst a Fransayê jê dixwazin ew li Fransayê xebatên xwe bidomîne û ji ber vê li Fransayê dimîne.

MUFREZEYA STALÎNGRADÊ

Dema Fransa rastî dagiriya Naziyan tê, Manûşyan bê şik û guman tevlî Partîzanan dibe. Di sala 1942'yan de FTP-MOI (Milê Karkerên Koçber ên Şervan û Partîzanên Fransî) li herêma Parîsê berxwedêrên biyanî û koçber berhev dike û piştî demekê Manûşyan dibe pêşengê komê. Ev yekeya partîzanî ji 60 milîtan û sempatîzanan pêk tê û wek "Mufrezaya Stalîngrad"ê tê nasîn. Ev kom, dibe sedem ku hêvî û moralekî mezin li gel bê dabînkirin. Li ser vê her diçe xebatên wan ji aliyê polîsîên fransî yên dagirker û tevkarên Naziyan bêtir tê şopandin. Di Mijdara 1943'yan de piraniya endamên Koma Manûşyanê tên girtin. Li ser îxbara tevkarekî fransî hemû endamên komê tên girtin.

SEDEMEKA WAN A TÊKOŞÎNÊ HEBÛ

Di Koma Manûşyan de yek jê spanyolî, dudo jê romen, dudo jê macar, dudo jê ermen, sisê jê fransiz, pênc jê îtalyan û 8 jê polonî hebûn û doza wan rastî girîngiyeke awarte hat. Dem li Girtîgeha Fresnesê ne, tam 3 mehan rastî îşkenceyê tên. Di lêpirsîna wan de tenê çalakiyên û ji bo çi ev çalakî kirine ji wan tê pirsîn. Yek ji wan jî ji çalakiyên xwe nepoşmane. Her yek ji wan li gel sedemên xw eyên hevpar, sedemên xwe yên taybet jî vedibêjin. Cihû dibêjin; li dijî barbartiya Naziyan a dixwaze wan ji holê rabike ji bo parastinê; ermenî ji bo parastina azadiya gelên ermenî ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi tesdîqkirina almanan hatine qetilkirin; spanyol li dijî faşîma li welatê wan her der talan kiriye; îtalyan ji bo vegerin welatê xwe yê ji aliyê mutefîkê Hîtler, Mûssolonî hatine qewirandin; polonyayî ji bo welatê wan ê ji aliyê Hîtler ve ji nexşeyê hatiye jêbirin winda nebe wan şer kiriye.

‘WE RUH Û WIJDANÊ XWE FIROT DIJMIN'

Mîsak Manûşyan, li dadgehê pêşî li almanan dinihêre û wiha dibêje: "Tu tiştekî ji we re bibêjim tune ye. Min bi şer peywira xwe bi cih anî. Ji tu tiştî jî nepoşman im. Niha, êdî dem dema we ye: Di dest we de me!" Paşê berê xwe dide fransiyan û wê axaftina xwe ya navdar a di radyoyên Cezayîr û Londrayê de hat weşandin dike: "Lê hûn, hûn fransî ne. Me ji bo Fransayê, rizgariya vî welatî şer kir. Lê we hem wijdanê xwe û hem jî ruhê xwe firot. Tebaya Fransayê wek mîrate ji we re ma, lê me ev teba heq kir!"

Her 23 kes jî mehkûmî mirinê tên kirin. Serokê dadgehê, ji wan dipirse daxwaza bexşandinê dikin an na. Vê kêliyê hemû hevrê berê xwe didin Manûşyan û bi yekdengî wiha dibêjin: "Na."

TEKANE ENDAMA JIN A KOMÊ BI GIYOTÎNÊ HAT QETILKIRIN

22 partîzan, di 21'ê Sibata 1944'an de li Keleha Mont Valerîenê, ku pêşerojê ev keleh bû abîdeya berxwedanê, hatin gulebarankirin. Tekane endama jin a komê Olga Bancîc (32) jî birin Almanyayê û di 30'ê Gulana 1944'an de li Girtîgeha Urbanstrasse ya Stûttgartê bi giyotînê hat înfazkirin.