MÊRSÎN - Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê ya bi piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin û hat girtin, hunermendên li navendê dixebitîn mala xwe ya hunerê ava kirin. Yek ji avakarên civatê Ferhad Nas, anî ziman ku yê hunerê diafirîne ne dîwarên kevirî ne û got, huner guh nade tu astengiyan.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, bi du roja Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê hat girtin. Ji hunermendên navenda çandê Ferhat Nas û yên gel wî, ji bo hunera xwe îcara bikin piştî girtina navendê Civata Hunera Azad ava kirin. Hunermendên ku cihwarek ji xwe re petdekirin û dê di rojên pêş de wê têxin fealiyetê, ji siwaxa û boyaxa wê bigire her tiştên wê bi destê xwe çêdikin.
‘YA HUNERÊ DIAFIRÎNE NE DÎWARÊN KEVIRÎ NE'
Nas, diyar kir ku piştî girtina Navenda Hunerê ya Hemama Sadrayê diviya wan karê xwe bidomanadan û wiha axivî: "Fikrekî me yê wisa hebû. Avakirina cihekî ku hunereke xwemal biafirîne. Ji bo birêvebirina wê jî me hewl da tiştekî wisa bikin. Ji xwe em xwedî tecrûbe bûn. Ji bo em hunerê ragihînin hemû derdorên civakê, me ji bo tiştekî wisa hewl da. Em her tiştî bi keda xwe amade dikin. Çimkî, dema wisa be di ehr tiştê wê de kedeke cuda heye. Helbet girêdana pê ve jî xurtir dibe. Di her dîwarê wê de şopa destên xwendekarên me jî heye. Û niha em didomînin. Ji xwe ya dê me bi vê derê girê bide jî dê ev ked be. Me xwest ew dest li vir bin û wis ajî bû. Ya dê vî cihwarî bi rê ve bibe, li vî cihwarî hunerê biafirîne dê ne ev dîwarên kevirî bin. Heke erseyeke vala be jî, em ê li wê erseyê hunerê biafirînin."
‘YA DI DEMÊN ZEHMET DE ME XELAS DIKE HUNER E'
Nas, diyar kir ku huner tu carî di demên rihet de nayê afirandin û têkildarî rewşa heyî wiha axivî: "Xwazî OHAL dibe, şer dibe qet efrq nake. Her tim dixwazin huner di bin pêkûtiyan de be. Lê di nêvengeke wisa an jî nêvengeke ji bilî vê de ne bawerim dê tu tişt karibe li pêşberî hunerê bibe asteng. Huner astengiyan qebûl nake. A rast, rewş çi dibe bila bibe, ya me xelas dike huner an jî tiştên hunerwarî ne. Em jî ji bo vê tiştekî ekstra nakin, a rast em tiştekî asayî dikin. Şer jî hebe, derbe jî hebe, OHAL jî hebe huner her tim heye û dê hebe jî. Yanî em wisa difikirin."