ŞIRNEX - Cotkarên Cizîrê diyar kirin ku ew ê di referandûmê dê bibêjin "Na" û cotkaran gotin ku ji bo carek din gundê wan neyê şewitanin û li welatê wan qetlîam çênebin ew ê bibêjin "Na."
Bi guhertina Qanûna Bingehîn di 16’ê Nîsanê de dê hilbijartina referandûmê pêk bê. Li nav gel de jî roj bi rojê rêxistina "Na" zêde dibe. Cotkarên Kanîrûrgê yê girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê jî ne razîbûna xwe nîşanê guhartina Qanûna Bingehîn dan û gotin: "Ji bo qetlîam û talan çêne be "Na."
BERXWEDAN Û HÊZA ME ZÊDEYE
Cotkarê bi navê Abdullah Zeynalî Ateş (59) diyar kir ku di salên 1987'an ji ber zilm û zordariya dewleta tirk wan koçî Cizîrê kirine û bi salane li Cizîrê ji rastî zextên hêzên dewletê tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di meclîsê de bi hevkariya AKP û MHP'ê erêkirina guhartina Qanûna Bingehîn derbasbû. Me niyet nîne ku piştî ew qas qetlîamên ku hêzên dewletê li bajarên kurdan pêk anîn bibêjin erê."
Atêş da zanîn ku berxwedan û hêza wan zêde ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi salan e zilm li ser me dimeşe. Heya em sax in jî em ê li hemberî pergala Erdogan li ber xwe din û di referandûmê de em ê bibêjin "Na".
DEWLETA TIRK ME QEBÛL NEKE EM JÎ PERGALA DEWLETÊ QEBÛL NAKIN
Welatiyê ji gundê Nerex yê Şirnexê Bahrî Kilinç (46) ku ji bo alîkariya cotkariyê hatiye ba xizmên xwe jî dest nîşan kir ku ew referandûmê qebûl nakin lê ew biçin ser sandiqan jî ew ê bibêjin "Na" û wiha axivî: "Rayedarên dewletê ji bo vê pergala der hiqûqî di qanûnan de bi cih bike bi sed hezaran gundên derdora Şirnexê şewitandin û dan valekirin. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk hebûna kurdan tu caran qebûl nekir. Em jî îro pergalên dewleta tirk naecibînin û gelê kurd jî pergal û polîtîqayên wan qebûl nakin."
ME PERGALA YEK KESIYÊ NAVÊ
Kilinç bal kişan ser talankirina bajarên kurdan û wiha axaftina xwe domand: "Ji bo ku carek din gund neyên şewitandin divê her kes di referandûmê de bibêje "Na". Ez ji gundê Şirnex im, Şirnex beriya salekê bajerek bû, gelê Şirnex jiyana xwe ya rojane berdewam dikir. Lê niha dema mirov li Şirnex dinêre di holê de tu bajar nemaye û her der hêzên dewletê talan kirin. Hemû dinyayê dît ku rayedarên dewletê û hêzên dewletê di nava 2 salan de çi bi serê me anî. Em jî walatiyên vî walatî ne, ma heya niha me çi ji dewletê kiriye ku ew qas zilm û zordariyê li me dikin. Em êdî dibêjin bes e. Ji bo ku ew zilm berdewam neke bila her kes vê carê bibêje "Na" me pergala yek kesiyê navê."
LI HEMBERÎ ZORDARIYÊ BÊJIN "NA"
Kilinç herî dawî bang li hemû gelan kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Her kesî dît ku hêzên dewletê çi ji gelê kurd kirin. Îro her kes bila bizane ku rayedarên dewletê bi wan pergal û polîtîqayên xwe yên qirêj li ku çi zilm li gelê kurd kir û gelê kurd anî çi astê. Divê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê şiyar be û li hemberî zordariyê bibêje "Na".
JI BO PÊŞEROJA ZAROKÊN XWE EM Ê BIBÊJIN "NA"
Abdulazîz Ateş (29) ê ji gundê Kanîrûrgê ku di salên 90'î de hatiye valekirin jî anî ziman ku kurdan tu hevalên xwe nînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku AKP di vê referandûmê de ser nakeve. Serkeftin her tim ya gelê kurd e. Ji bo pêşeroja zarokên xwe em ê bibêjin "Na". Gelê Botanê bi salan e li hemberî qatlîam û windakirina hêzên dewletê li ber xwe dide. Xwedê berxwedan û tekoşîn nesîbê vî gelî kiriye. Ji ber vê yekê jî em jî dibêjin em ê her tim xwe layîqê bê berxwedanê bimînin."
GELÊ KURD ZÎHNİYETA DEWLETÊ QEBÛL NAKE
Ateş got ku ew piştgiriya xebatên ku ji bo "Na" tên kirin dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her çi qas îro rayedarên dewletê bi hêzên xwe bixwazin ku Botanê dagir bikin jî em ê li hemberî vê dagirkirinê bi îradeya xwe bisekinin. Ger serokatî li gor hemû gelan bûya me jî nedigot, "Na" lê îro tenê Erdogan dibêje ez û ez. Em jî dibêjin "Na, Na, Na" gelê kurd vê zîhniyetê qebûl nake."