ŞIRNEX - Malbata Tunç a ku di qedexeya Şirnexê de 13 rojan bajar neterikandin, ji bo ku xwe ji êrîşên top û hewanan biparêze çend lihêf û nivîn bikaranîne. Kesekî din ku di qedexeyê de li mala xwe maye bûye şahidê helîkopterên ku gaz avêtine taxa Dîcleyê û înfazkirina 5 ciwanên bê çek.
Di qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de malbata Tunç dema ku hemû cîranên wan ji taxê derdikevin, ew jî neçar dimînin ku mala xwe ya li Taxa Yeşîlyûrêt biterikînin. Ligel gelê Şirnexê yên ku 8 mehan li derdora bajêr di konan de li ber xwe dan, malbata Tunç çend heb lihêf û nivînan bi xwe re dibin û derbasî Taxa Gundogduyê dibin. Malbata Tunç 13 rojan di nav êrîşên bi top, hewan û çekên giran de dimînin.
Beriya qedexe dest pê bike ewil ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji mizgeftan anonsek tê kirin û tê xwestin ku endamên YPS û YPS-JIN'ê teslîm bibin. Piştî anonsê 3 deqeyan yanî şeva 14'ê adarê saet di 24.00'an de dengê tang û topan li bajêr bilind dibe.
ME BAWER NEDIKIR WÊ ŞER EVQAS GIRAN BE
Emîn Tûnç bi gotina "Me bawer nedikir wê êrîş ev qas giran bin" dest bi axaftina xwe kir. Tûnç bavê 5 zaroka ye û piştî ku êrîş dest pê dikin, ji bo ku zarokên xwe biparêze ew û hevjîna xwe Fehîme Tunç hema bêje her tiştî dikin. Ne dayîk û bav, ne jî 5 zarokên malbata Tunç 13 rojan nikaribûne biçin ber deriyê mala xwe û di hundirê malê de jî ji ber dengê çekên giran nikaribûne rakevin.
Malbata Tunç ji bo ku derûniya zarokên wan xerab nebe dengê televîzyona xwe her tim bilind kirine û ji bo zarokan di nava êrîşên bi tang û topan de xêzefîlm vekirine. Her wiha malbatê tenê di dema xawarinê ya hêzên dewletê de ku êrîş qut dikirin, karibûne hebikî çavên xwe deynin ser hev.
‘DEMA ŞER GIRAN BÛ EM Û ZAROKÊN XWE LI ODEYEKÊ MAN’
"Roja 12'ê li taxa me bû şer. Dema hewan diavêtin parçeyên wan li avahiya me diketin. Ji bo ku em zarokên xwe biparêzin em hemû ketin odeyekê. Di odeyê de me xwe li erdê dirêj dikir û hewl dida xwe û zarokên xwe biparêzin." Ji van gotinên Emîn Tunç diyar dibe ku êrîşên li ser bajêr çiqas dijwar in.
DEMA ŞER LI TAXA ME DESTPÊ KIR MEHMET TÛNÇ HAT BÎRA ME
Dema ku şerê li bajêr belavî Taxa Gundogdu dibe jêrzemînên Cizîrê tên bîra malbata. "Dema şer derbasî taxa me bû, bi awyaekî zêde hewan û top li derdora mala me ketin. Wê demê bodromên Cizîrê û Mehmet Tûnç ew hatin bîra me." Ev jî gotinên dayîka malê Fehîme Tunç in. Piştî malbat 12 rojan bi vî awayî derbas dike, di roja 13'emîn a qedexeyê de ji neçarî dixwazin ji taxê derkevin û zarokê malê Botan, alek spî hildigire destê xwe û malbat derbasî Konûtên TOKÎ'yê yên derveyî bajêr dibe.
DEMA OPERASYON BI DAWÎ BÛN EM VEGERIYAN MALA XWE
Her çiqas malbata Tunç ji bo ku zarokên xwe xelas bike ji bajêr koçber bûbûn jî bi daxuyaniya, "Li bajêr operasyon bi dawî bûn" re carek din vedigerin mala xizmê xwe ya li Taxa Gundogduyê. Piştî malbat 10 rojan dimîne, careke din bi awayekî ku polîs an jî leşker wan nebînin vedigerin mala xwe ya li Taxa Yeşîlyûrtê. Lê dema malbat halê mala xwe dibîne fêm dike ku hêzên dewletê mala wan weke baregeh bikar anîne û piştî ku ji malê derketine hemû amûrên malê an şikandine an jî texrîb kirine.
LI TAXA ME TENÊ 15 AVAHÎ XERA BÛBÛN LÊ PIŞTRE...
Weke her taxa bajêr ên ku bi sedan avahî lê hatine hilweşadin, li Taxa Yeşîlyûrtê jî bi sedan avahî piştî operasyonan hatine hilweşadin. "Dema em vegeriyan tu kes li taxê tune bû. Tenê 2-3 malên cerdevanan hebûn. Dema em hatin taxê qasî 15 avahî hatibûn hilweşadin. Ji bilî van 15 avahiyan hemû malên gel an saxlem bûn an jî kêm xesar dîtibûn û pişt re hatin hilweşadin." ev gotinên Emîn Tunç jî rastiya armanca dewletê ya bajarekî hilweşadine radixe ber çavan.
HELÎKOPTERÊ DERMANÊ ZER AVÊT
Welatiyek din ku di dema qedexeyê de ji mala xwe derneketibû û nexwest navê xwe bide bûye şahidê dermanavêtina ji helîkopteran û înfazkirina 5 ciwanên bê çek. "Dema ku min deriyê malê vekir 2 helîkopter li ser Taxa Dîcleyê digeriyan. Wê kêliyê min dît ku tiştek avêtin jêr û piştî çend kêliyan dûxanek zer ji ser taxê bilind bû." Xwediyê van gotinan her wiha anî ziman ku, dema dîsa ji mala xwe li derve dinêrî ditiye ku, 5 ciwanên bê çek xwestine ji bajêr derkevin, lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine înfazkirin.