Şirnex xera kir lê ji FETO tê darizandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê pêwistî bi darizandin û cezakirina fermandar û generalên ku wekîlên AKP'ê gotin "Şirnex xera kirin" û piştre ji doza “FETO” hatin girtin, nedît û biryara bê şopandinê da. General û fermandarên Şirnex xera kirin, niha ji doza "FETO" tên darizandin.

Li Bajarê Şirnexê di 14'ê Adara 2016’an da derketina derve hat îlankirin. Piştî qedexeya derve 246 rojan dorpêçê berdewam kir û di meha mijdarê de bi awayekî qismî dorpêça bajar rabû. Di êrîşên bi tang û topan ên TSK'ê de ji 12 taxên Şirnexê 7 tax hatin rûxandin û welatiyên Şirnexê li dervê bajar bi cih bûn. Parlamenter, parêzer û welatiyên Şirnexê der barê rayedarên leşkerî de gilî kirin û xwestin bê şopandin. Lê serlêdan û giliyên Şirnexiyan bê bersîv ma û der barê fermandarên ku niha ji doza "FETO" tên girtin biryara bê şopandine hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez di roja 135’an a qedexeya derketina kolanan de der barê hemû erk û peywirdarê leşkerî de û der barê 23'emîn Fermandarê Tumena Sînor ê Cendirmeyan a Şirnexê Abdullah Baysar, Fermandarê Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê Ali Osman Gurcan û fermandarên din de, bi riya Serdozgerê Komarê yê Enqereyê li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê gilî kir.

Parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez, der barê fermandaran de bi sedema ku erk û peyvira xwe xerab bikar anîne û bi mehan Şirnex hatiye dorpêçkirin bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kiribû û xwestibû bên darizandin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê jî fermandarên ku bi biryara Wezîrê Karên Hundir Şirnex dorpêç kirin û şer dan destpêkirin, ji doza “FETO” hatin girtin. Îrmez, xwestibû ku Fermandar Baysar û Gurcan ji sûcê ku li Şirnexê kiriye bê darizandin û cezakirin. Îrmez di tirmeha 2016’an de serlêdana sûc kir û xwest bên darizandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê çend roj berê bersîv da serlêdana sûc a Parlamentera Şirnexê Îrmez. Serdozgerê Komarê yê Şirnexê bersîva "Li ser navê cemaweriyê pêdivî bi lêpirsîn û darizandinê tune ye" da.
Dozger, li gel ku Şirnex hat xerakirin û bi dewan welatî hatin kuştin jî, bi hinceta ku der barê fermandaran de îdîa û delîlen şênber tune biryara bê şopandinê da. Her çend Îrmez di daxwaznameya gilî de navê fermandard Ali Osman Gurcan û Abdullah Baysar da jî li şûna ku fermandar ji doza xerakirina Şirnexê bên girtin û darizandin ji doza "FETO" hatin girtin û niha ji doza Cemaeta Gulen tê darizandin.

Parlamenterê AK'ê yê Stenbolê Metin Kulunk sûc xistibû stuyên generalan û gotibû "Di 16'ê Sibatê de li Serokatiya AK'ê ya Şirnexê civîn hat lidarxisin de gotibkû "Ew generalên ku Şirnex xera kirin li pişt darbeya 15'ê Tîrmehê ne."
Hefteya borî jî Dozgerê Komarê yê Cizirê bi heman rengî pêdivî bi lepirsîna komkujiya Jêrzemînên Cizîrê nedît û biryara bê şopandina dozê da.