NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona Babê de leşkerekî din mir.
Li Babê operasyona Mertalên Firatê didome. Her çend Serokomar Recep Tayyip Erdogan hefteyek berê got: "Ji operasyona Babê re hindik maye" û Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar got: "Operasyona Babê xelas bû" jî, Serokwezîr Bînalî Yildirim got hêj xelas nebûye. Hêj agahiyên nakok berdewam dikin li Babê di operasyonê de leşkerekî din mir. Serfermandariya TSK'ê daxuyanî da û diyar kir ku di encama teqîna mayinê de Serbazê Cendirmeyan Yavuz Îşcan jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Cenazeyê Îşcan jî rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Li gori daneyên fermî ji 24'ê Tebaxa 2016'an heta niha di operasyona Mertalên Firatê de 69 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.