EDENE - Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku, piştî 12’ê îlonê 36 sal şûn de, bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re li girtîgehan sepandina “tevlîhev bike” dubare ketiye rojevê û got, li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtiyên PKK, rêxistinên çepgir û yên DAIŞ û FETO’yê li heman korîdoran hatine bicihkirin.
Parêzer Tûgay Bek vegot ku, piştî 12’Ê Îlonê di serî de li Girtîgeha Mamakê li gelek girtîgehan derbekar polîtîkaya bi navê “tevlîhev bike” sepandine û dest nîşan kir ku, bi vê polîtîkayê re girtiyên ji dozên rêxistinê çepgir û rastgir li heman qawîşa hatine bicihkirin. Bek bi bîr xist ku, wê demê derbekar propagandaya “Li welat şerê biratiyê bi me re bi dawî bû. Çepgir û rastgir li gel hev bi awayekî aşitiyane dijîn” kirine û wiha axivî: “Ev sepandina ku bû sedema gelek şerî, armanca wê tenê qutufandin û bişavtin bû. Bi berxwedan û têkoşîna girtiyan re, sepandina qawîşa hevpar ji holê rabû.”
‘POLÎTÎKAYA RAGEŞIYÊ TÊ ŞOPANDIN’
Bek anî ziman ku, piştî 12’ê îlonê 36 şûn de, bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re li girtîgehan sepandina “tevlîhev bike” dubare ketiye rojevê û wiha axivî: “Ji roja ku Girtîgehên Tîpa F hatine vekirin heta niha, girtî li gor rêxistinên ku ji ew ji doza wan tên darizandin, li ode û korîdoran dihatin bicihkirin. Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê, 30 girtî sewqî Girtîgeha Îzmîrê hatin kirin û odeyên ku girtiyên PKK’yî û rêxistinên çepgir ên din lê diman hatin guherandin. Yên PKK’yî, rêxistinên çepgir li korîdorên ku yên ji DAIŞ û FETO’yê girtîne hatine bicihkirin.”
'JI EWLEHIYA XWE YÎ JIYANÎ BI GUMAN IN’
Bek diyar kir ku, girtiyên ku ji bo hevdîtina telefon û ya asayî dema ji odeyên xwe derkevin, xetereya ku wê li korîdorê rastî yên din bên heye û wiha got: “Girtî ji qada jiyana hevpar jatine bêparkirin. Li hewadariyan girtî tim gotinan davêjin ber hev û heqaretê li hev dikin. Li Girtîgeha Tîpa F a Edenyê ya ku sala çûyî bersûcekî tecwaizkar ji aliyê kesên mafyayî bi demançê hat kuştin, ewlehiya jiyanî ya girtiyan bi guman e.”
GUMANA ‘VEGERA JIYANÊ’
Bek ragihand ku, rageşiya di nav girtiyan de li derveyî girtîgehê jît ê hîskirin û wiha got: “Li pêşiya girtîgehê tim TOMA û îtfaiye tên rawestandin. Ev jî gumana operasyona ‘Vegera jiyanê’ zêde dike. Îktîdar, li dijî gel hem li derve hem jî li hundir, bi heman awayî derbekaran texlît dike.”