3 kes hatin binçavkirin

AMED- Li navçeya Pîranê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Pîranê ya Amedê serê sibehê saet di 03.30'an de bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinên ku sedema wî nehat hînbûn de Ganî Karaş, Zulfu Demîr û Nîhat Ak tulum hatin binçavkirin. Gelek kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye jî di navnîşanên wan de nehatin dîtin.

3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Pîranê.