'Gelo em vedigerin pêvajoya valakirina gundan?'

ÎZMÎR - Rêveberê ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku têkîldarî bûyerên gundê Xerabê Bava îdiayên cidî hene û pirsa "Di salên 90'an de 3 hezar gund hatin şewitandan û xirakirin, gelo em vedigerin wî pêvajoyê" kir.

Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 11'ê sibatê heta niha dorpêç berdewam dike û wêneyên ku têkîldarî bûyerên gund di çapemeniya civakî de hatin parvekirin bû sedema nerazîbûnan. Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku bûyerên înfaz, îşkence û şewitandina malan a li hemberî sivîlan dibe sedema fikaran. Çîçek wiha axivî: "Em qala gundekê ku di bin dorpêçê de ye dikin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên cuda girtine li Xerabê Bava mafê jiyanê, mafê gerê, îşkence û muameleyên xirab tên kirin, îdiayên cidî hene. Heta qala îşkenceye li dijî sewalan tê kirin. Tişta ku me dixe fikaran ev e; Di salên 90'an de 3 hezar gund hatin şewitandan û xirakirin, gelo em vedigerin wî pêvajoyê?"

'ÇIMA DESTURÊ NADIN HEYETAN?'

Çîçek got ku divê ji bo heyetên ku dixwazin biçin gund destur bê dayîn û wiha berdewam kir: "Ger wekî ku walîtî dibêje kesên ku dişopînin li wir hene û ew jî hatibin kuştin çima desturê nadin heyet biçin gund? Di serî de Baroya Amedê û Komeleya MAfên Mirovan divê destur bê dayîn heyet lêkolînên xwe bikin. Ji ber ku beriya demeke li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê destur nehat dayîn em dizanin li wan deran çi qewimî? Gelek mal hatin şewitandi, binçavkirin û girtîn çêbû. Em bi fikar in ku ev hemen rewş li Xerabê Bava jî bêjiyîn."

Çîçek da zanîn ku li holê gelek îdiayên mezin ên ku divê bên tespîtkirin hene û bang kir ku Tirkiye pêwîstiyên peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye bi cih bîne. Çîçek wiha pêde çû: "Li wir jin û zarok hene. Çi dibe bila be jin û zarok sivîl in divê ji wir bên derxistin, mirovên kal û pîr li gund dijîn divê dewlet pêwîstiya vê yekê bi cih bîne. Ez banga bihistiyariyê li parazvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û hemû welatiyan dikim."

'DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BÊALÎ BÊ KIRIN'

Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Şaxa Îzmîrî Coşkun Ustercî jî anî ziman ku mirov nikare wêneyên di çapemeniya civakî de hatin parvekirin nedîtî ve be. Ustercî got ku di vî mijarê de divê lêpirsînekî cidî û bêalî bêkirin lê ev nayên kirin ji bo vê yekê jî divê dozgerî, Rêxistinên civakî yên sivîl ên serbixwe biçin û di cih de lêkolîn bikin.

Usterci diyar kir ku divê dewlet bersivê bide van îdiayan û nerast be jî berpirsyariya wî heye ku îspat bike. Ustercî wêneyên di çapemeniya civakî de bi bîr xist û wiha axivî: "Ev binpêkirinên gelekî cidî ne. Tu hincet van bêguneh nikare nîşan bide. Li gorî Neteweyên Yekbûyî OHAL be jî şer be jî îşkence nikare bê kirin. Tirkiye îmze avêtiye vî peymanê."