Dadgehê biryara berdewama girtina wekîla HDP'ê Konca da

ÊLIH - Rûniştina Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat dîtin. Heyeta dadgehê ji ber tercûman nekarîbû tam wergerê bike doz taloq kir û biryara berdewama girtina Konca da.

1'emîn Rûniştina doza parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Besime Konca li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat dîtin. Konca ku bi hinceta bedari merasema cenazeyê Cihat Turkan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû bûye doz lê hatibû vekirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. Parêzer û malbata Konca beşdarî dozê bûn. Dîsa endam û rêveberên HDP û DBP'ê xwestin beşdarî dozê bibin, lê bi hinceta cih tune ye.

ÎFADEYA WAN NEGIRTIN

Konca bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira beşdarî rûniştinê bû. Konca bi kurdî parastin kir. Lê ji ber ku tercûman nekarîbû wergerê bike, tercûmanekî din xwestin. Tecrûmanê duyemîn jî diyar kir ku baş bi kurdî nizane û nikaribe werger bike. Lê heyeta dadgehê îsrar kir û xwest wergerê bike. -Piştî ku gotinên Konca ji aliyê tercumanê duyemin jî ve nehatin wergerandin heyetê doz taloq kir. Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Konca da û doz taloqî 17'ê Adarê kir. Heyetê xwest Konca di rûniştinek din de di dozê de amade bibe.

BI GUMANA REVA KONCA HEYE BIRYARA BERDEWAMA GIRTINÊ DA

Heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber der barê Konca de delîlên xurt ên sûc hene û dema ku bersûc bê berdan îhtimala ku bersûc bireve heye biryara berdewama girtinê da.