Gundiyên di bin çavan de: Li qada gund bi saetan îşkence hat kirin

MÊRDÎN - Parêzer Hasan Ozgen ê bi welatiyên ji Xerabê Bava hatin binçavkirin re hevdîtin pêk anî diyar kir ku gundiyan gotine li qada gund 3-4 saetan îşkence li wan hatiye kirin, malên wan hatine gulebarankirin û şewitandin.

Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya 11 roj in di bin dorpêçê de ye 39 welatiyên ku hatibûn binçavkirin li Fermadariya Cendirmeyan a Nisêbînê tên girtin. Parêzer Hasan Ozgen ê ku welatiyên di bin çavan de re hevdîtin pêk anî wiha axivî: "Welatiyan gotin ku li qada gund 3-4 saet îşkence li wan hatiye kirin. Çend mal hatine gulebarankirin û gelek mal jî hatine şewitandin."

DI HUCREYEKÎ DE 15 KES TÊN GIRTIN

Ozgen da zanîn ku ji ber hejmara kesên di bin çavan de ne pir in nikarin bi rehekî razê û ev agahî da: "15 kes di hucreyekî de tê girtin ev hiqûqî nîne. Terzê di bin çav de girtina wan hiqûqî nîne. Betaniyên wan jî malbatan dane wan."

LI BENDÊ YE ROJA PENCŞEMÊ DERXÎNIN DOZGERIYÊ

Ozgen got ku îfadeyên kesên di bin çavan de ne tên girtin û li bendê ne ku roja pencşemê wan derxînin dozgeriyê û welatiyên gund bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" di bin çavan de tên girtin.