Doza Ozgur Gundemê taloq kirin

STENBOL - Doza rojnamegerên ku ji ber beşdarî "Nobeta Piştevaniyê ya Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn doz li wan hat vekirin, hat dîtin. Doz ji bo bersûcên beşdarî dozê nebûne beşdar bibin hat taloqkirin.

Doza rojnamegerên ku ji ber beşdarî "Nobeta Piştevaniyê ya Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn, doz li wan hat vekirin, li 14'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Rûniştina dozê ku Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan, Serokê Giştî yê Çapemeniya DİSK Basın-İş'ê Faruk Eren, rojnameger Celal Başlangiç, Ertugrul Mavîoglu, Fehim Işik, Oncu Akgul, Omer Agin û Celalettin Can ên wekî bersûc tên darizandin berdewam kir. Di rûniştina dozê de rojnameger Celal Başlangiç û Fehim Işik amade nebûn. Di destpêkê de welatî Yuksel Oguz parastin kir. Oguz, ji nivîsa rojnameya Ozgur Gundemê ya bi navê "Navê heqîqetê Haki Karer" hat darizandin. Oguz, sucdariya der barê xwe de qebûl nekir.

Dozger xwest dosya Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi dosyaya di 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran de dihat dîtin a dosyaya Ozgur Gundemê ya sereke re bike yek.

Heyetê piştî navberê ji bo bersûcên beşdarî dozê nebûne beşdar bibin doz taloqî 4'ê Tîrmehê kir.