'Xeyalên zarokan şikandin'

MÊRSÎN -Derûnas Neval Guzel anî ziman ku, dema zarokên di çarçoveya Kampanyaya Nepoxên Sor de li Qesra Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ya MHP’î stranên kurdî gotin û ji ser dikên hatin daxistin, ev tevgerîn li zarokan şikestina xeyalî peyda kiriye û wiha got: “Nêvenga li wir hem ji bo me hem jî ji bo zarokan hesteke bêtalih bû.”

Di 20’ê Mijdarê Roj Mafên Zarokên Cîhanê de, ji aliyê Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo balê bikşînin ser îstîsmara zayendî di çarçoveya Kampanyaya Nepoxên Sor li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî di çalakiyê de zarokan stranên kurdî gotin, ji ser dikê hatinbûn daxistin û ev rastî gelek bertekan tê. Gerînendeya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Akdenîzê Fahriye Cengîz dest nîşan kir ku, dema koroya zarokan a girêdayî Mala Taxa Gundogdû ya Şaredariya Akdenîzê stranên kurdî gotine, ji aliyê rayedaran ve dengê wan hatiye qutkitin û ji ser dikê hatine daxistin. Cengîz daxuyand ku rayedarên şaredariyê gotine, “Li şaredariyê ji bilî tirkî îcrakirina muzîkê qedexe ye, ji ber vê me dengê wan qut kir” û anî ziman ku, piştî vê daxuyaniyê di navbera weliyan û rayedarên şaredariyê de nîqaşên tund xwe dane der.

‘ME XWEST EM HEMÛ GOTINAN JI ZAROKAN RE BIHÊLIN’

Cengîz ragihand ku, wan di çarçoveya Kampanyaya Nepoxên Sor de bi gelek saziyan re hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku, ji bo piştevaniyê yek ji wan derên ku wan hevdîtin pêk aniye jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bûye. Cengîz wiha got: “Şaredariya Bajarê Mezin hem maddî hem jî manewî gelekî piştevaniya me kir. Dema me plana kampanyayê kir, me yê fînalê jî di 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cîhanê de li Qesra Kongre û Pêşangehê bikirina. Armanc û neyta me, em hemû zarokên li bajêr bînin ge hev û hemû gotinan ji zarokan re bihêlin.”

‘TIRKÎ NA, LÊ KURDÎ BÛ PIRSGIRÊK’

Cengîz anî ziman ku, li şaredariyên Mêrsînê ji bo zarokan xebatên we koro, şano, baxlema û hwd. herî zêde li Şaredariya Akdenîzê hene û ji bo vê wan bi şaredariyê re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “di 20’ê Mijdarê de me nexwest em bi tu awayî mudaxileyî zarokan bikin, çimkî ew roj roja wan e. Lê xebatkarên şaredariyê yên li Qesra Konreyê ji bo zarok kîjan stranên bibêjin, kîjan esntrumanê lê bixin, mudaxileyî zarokan kirin û ev di asasê xwe de li dijî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye.” Cengîz anî ziman ku di dema çalakiyê de stranên zarokan hatine gotin û danezanên der barê mafên zarokan de hatine xwendin û wiha axivî: “Di şahiyê de gelek kom hebûn. Stran jî hatin gotin, lê dema stranên kurdî hatin gotin zarok ji ser dikê hatin daxistin. Halbûkî zarok di nav xwe de dilîstin, tu pirsgirêk tune bû. Heta ku rayedarên şaredariyê ketin dewrê.”

Cengîz diyar kir ku, piştî rageşiyê zarok xemsar û bêdeng bûne û wiha got: “Li gel van hemû tiştan jî, me dev ji kampanyaya xwe û niyeta xwe bernedaye. Tiştên pêk hatin nîşan dide ku, bê çiqasî em tiştekî rast dikin. Em mecbûr in cîhaneke bedew ji zarokan re bihêlin, em ne mecbûr in cîhana wan î bedew qirêj bikin.”

‘ZAROK RASTÎ ŞIEKSTINA XEYALÎ HATIN’

Endama platformê Derûnas Neval Guzel jî anî ziman ku, di çalakiyê de şikestinek mezin çêbûye, lê belê ev şikestin li gel zarokan mezintir e. Guzel ragihand ku, zarok bi zorê ji ser dikê hatine daxistin û wiha got: “Dema zarok distirîn dengê wan hat qutkirin, li ber zarokan nîqaşên tund hatin kirin. Nêvenga li wir hem ji bo me hem jî ji bo zarokan hesteke bêtalih bû.” Guzel ragihand ku, herî zêde weliyan bertek nîşan daye û wiha got: “Nêvenga li wir zaf xerab bû.”

‘JI BO ÇI ME DAXISTIN’

Endama platformê Hulya Ceylan jî ragihand ku, bûyer zêde bandor li zarokan kiriye û wiha got: “Hesteke wisa li zarokan peyda bû; ji bo çi me ji wir daxistin, me çi kiriye. A rast me nizanibû em ê ji zarokan re çi bibêjin.”