'Zextên li ser zimanê kurdî salên 90'î paş xwede hiştiye’

AMED - Rêxisitnên Amedê ku polîtîkayên hikûmetê yên salek û nîve didin meşandin ji bo zimanê kurdî wekî “salek reş bû” nirxandin wiha gotin: “Dewlet ji salên 1990’î paşdetir çûye, ev nîşan dide ku polîtîkayêm înkar û asîmîlasyonê berdewam dike.”

Li Amedê 5 rêxistinên pîşesazî û mafên mirovan bi boneya 21’ê Sibarê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê civînek çapemeniyê li darxistin. Di civîna ku Baroya Amedê, ÎHD, Odeya Tabîban, MAZLUM-DER, nûnertiya THÎV’ê ya Amedê tevlî bûn de tirtkiya daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroyê Ahmet Ozmen û kurdiya wê jî ji aliyê Rêvebirê ÎHD’Ê Hasan Yalçin ve hat xwendin.

Ozmen bi bîrxist ku di danezana Gerdûnî ya Mafê Ziman de ‘hemû gel xwedî mafên wek hev ên zimanin” û wiha got: “Lê di qanûnên û pêkakanînan de welat li gorî danezanê tevnagerin, gelek ziman bi zanebûn tên tunekirin û bi jibîrkirinê re rû bi rû dihêlin. Bi têkoşîna siyasî û hiqûqî ya hatiye dayîn mafê perwerdehiya zimanê kurdî û di xizmetan de bikaranîna zimanê kurdî hatiye bidestxistin.”

Ozmen da zanîn ku xebatkarên Şanoya Bajar a Amedê yên bi kurdî şanoyê pêşkêş dikin ji kar hatine derxisitn, kanal, radyo, rojanem, kovar û nûçeyên bi kurdî weşan dikirin bi KHK’yan hatine girtin û wiha axivî: “Gelek xebatkarên saziyên çapemeniyê yên kurdî hatine binçavkirin û girtin. Gelek nivîskarên kurd û xebatkarên civakê ji ber ku bi zimanê kurdî nivîsandine bi KHK’yan hatine îxrackirin û gelek ji wan hatine girtin. Ev hemû geşedan nîşan didin ku dewlet ji salên 90’î paşdetir çûye û polîtîkayên sedsalê yên înkar û asîmîlasyonê didomin. Em wekî rêxistinên hiqûq û mafe mirovan em bang li hikûmetê dikin ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê de li gorî rihê vê rojê tev bigere û dixwazin wekî welatekî Danezana Gerdûnî ya Mafê Ziman naskiriye pêwîstiyên wê bîne cih. Em hêvî dikin ku di 21’ê Sibatek din de em bi azadî û wekheviyê roja ziman pîroz bikin. Em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê li hemû gelên ku rastî cudakarî û xespên mafan hatine pîroz dikin.”