Heyet dîsa astengkirin: Li Xerabê Bava dûkêl bilind dibin

MÊRDÎN - Heyeta ku duh xwest biçin li Gundê Xerabê Bava lêkolîn bikin û rastî astengiyêhat, îro dîsa hat astengkirin. Hat zanîn ku li gund dûkêl bilind dibin.

Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya 11 roj in di bin dorpêçê de ye 39 welatiyên ku hatibûn binçavkirin li Fermadariya Cendirmeyan a Nisêbînê tên girtin. Heyeta ku ji endam û nûnerên KCD, DBP, HDP û Dayikên Aştiyê pêk dihat piştî 2 caran hatin rawestandin îro dîsa ketin rêya gundê Xerabê Bava. Hevseroka KCD'ê, Leyla Guven, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Erol Dora, dîsa ketin rêya gund. Heyet 15 kilometre dûrî gund ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Leşkeran diyar kirin ku destûr nadin ku heyet derbasî gund bibin. Heyet li nokteya kontorlê rawestîna xwe didomîne. Li aliyê din ji gund dengê çekan û topan berz dibe û dûkêl ji ser gund bilind dibe.