AMED - Dadgeha Cezayên Giran a Amedê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê ji ber navê “Kurdistan” ceza kir û der barê komeleyê de biryara girtinê da. Serokê Komeleyê Abdulbaki Karadeniz jî bi 10 meh cezayên girtîgehê ceza kirin.
Komek karsazên kurd di 4'ê Nîsana 2014'an de di bin navê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistan (KURDSÎAD) de komele ava kirin. Navê "Kurdistan" di rêziknameyê de bi cih kirin. Ji ber navê "Kurdistan" li Walîtiya Amedê gilî hat kirin. Li ser gilîyê hat kirin, der barê Serokê Komeleyê Abdulbaki Karadeniz de doz hat vekirin. Rûniştina doza KUKDSÎAD'ê li 14'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Ji hinceta navê "Kurdistan" di komeleyê re derbas kirine li Serokê Komeleyê Karadeniz bi îdîaya "Muxalefeta kanûna Komeleyê" kiriye di navbera salek û 3 salan de ceza xwest.
Karadenîz ê di lêpirsîna doza KCD'ê de hat girtin, bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bû. Karadeniz, di rûniştina dozê de parastin kir û diyar kir ku li ser azadiya îfadeyê wan ev nav bikar anîye. Karadenîz, anî ziman ku ev nav di partiyan de jî derbas dibe.
Prz. Bariş Yavuz jî diyar kir ku dozgerê ne serdestê hiqûqê ye li rêziknameya komeleyê nerîye û îdîaname amade kiriye. Yavuz, anî ziman ku ji bo komele bê fesih kirin kar û barê pêwist nehatiye kirin û itîraz kir.
‘EV KURDISTAN Û KURDISTANA SEROKOMAR GOT YEK E'
Yavuz, anî ziman ku li ser axa Anatoliyê 10 hezar sal berê navê Kurdistan heye û Kurdistana ku îro navê wê li komeleyê hatiye kirin û Kurdistana ku Serokomar Erdogan dibêje heman Kurdistan e. Yavuz, da zanîn ku ev nav nabe sedema sûc û Yavuz, da zanîn ku cezakirina Serokê Komeleyê mudaxaleya Qanûna Bingehîn û mudaxaleya mafê mirovan ê azadiya ramanê ye.
KOMELE GIRT
Heyeta dadgehê piştî parastinê der barê Serokê Komeleyê Abdulbaki Karadeniz de bi hinceta navê “Kurdistan” bikar ankîye û "Li dijî qanûna komeleyan muxalefet kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê û 820 TL cezayê pereyan birî. Heyetê piştî ceza birî cezayê Karadeniz paşve xist û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê KURDSÎAT fesih kir.
Midûrê Komaleyan a Walîtiya Amedê der barê KURDSÎAD'ê ya di 4'ê Nîsana 2014'an de hatibû avakirin li Dozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiribû. Dozger jî bi îdîaya navê "Kurdistan" li dijî qanûna komeleyan e heta salek û 3 salan ceza xwestibû. 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliye îdîaname qebûl kiribû û doz hatibû vekirin.