5 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş hat birîn

AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş di rûnitina doza xwe ya li Bazîda Agiriyê wiha got: "Doza îro dozeke emsal e. Ji bo berdevkê hikûmetê yê dibêje HDP'a dumahîka rêxistina terorî ye, ev biryar dê bi emsalgirtinê bê darizandin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, ji ber axaftina xwa ya bernameya Newrozê ya di 19'ê Adara 2016'an de îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Bazîdê îfade da. Ji ber vê axaftinê bi hinceta "Biçûkxistina netewa Tirkiyeyê û dewleta Komara Tirkiyeyê û sazî û dezgehên dewletê" 5 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş hat birîn.

Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Parlemenerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û rêveberên HDP, DBP'ê wek temaşevan beşdarî rûniştinê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyê, îdianame hat xwendin û paşê Demirtaş axivî.

Piştî Demirtaş, parêzer Fatma Mebuse Tekay, Murat engin, Yasemin Dora Şeker û Olcay Ozturk parêziya muwekîlê xwe kirin û diyar kirin ku dozên bi Madeya 301'emîn der barê muwekîlê wan de hatine vekirin bila hemû bên yekkirin. Dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir.

Piştî parêziya parêzeran, heyeta dadgehê li gor Madeya 62/1'ê ya Qanûna Cezaya Tirk 6 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş birî û paşê ji şeşan yek jê daxist, û bi giştî biryara 5 meh cezayê girtîgehê da.

Piştî dadwer biryara daxuyand, Demirtaş wiha got: "Doza îro dozeke emsal e. Ji bo berdevkê hikûmetê yê dibêje HDP'a dumahîka rêxistina terorî ye, ev biryar dê bi emsalgirtinê bê darizandin."