AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê İdris Baluken ê li Enqereyê dema ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û bi riya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hat girtin. Baluken têkildarî dubare girtina xw eya piştî 22 rojan wiha got: "Di warê huqûqî de nikarim tarîf bikim."
Parlementerê HDP'ê yê Amedê İdris Baluken ê li Enqereyê dema ji nexweşxaneya lê emeliyat bû derket û hat binçavkirin, bi riya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Baluken, di parêziya xwe de balê kişand ser derhuqûqiya tê kirin. Parêziya Baluken ev e:
‘DI WARÊ HUQÛQÎ DE NIKARIM TARÎF BIKIM'
“Niha li hemberî we, wek parlementerekî destnedayîna wî heye disekinim. Hikûmetê bi awayekî derhuqûqî destnedayîn rakirin. Di vê pêvajoyê de min operasyoneke cerahî derbas kir. Dema her tişt wisa li holê be û der barê min de dayîna biryarekî wisa, di warê huqûqî de nikarim tarîfa wê bikim. Di darizandina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, piştî 3 mehan girtî mam der abrê min de biryara tahliyeyê hat dayîn. Ji bilî endamtiya partiyî û endamtiya parlementeriyê, bi tu deverî re endamtiya min a îllegal tune ye. Niha jî divê parêziyê bikim. Ne mumkun e ku van tawanbariyan qebûl bikim. Van tawanbariyan qebûl nakim. Tawanbariyên di îdianameyê de cih digirin, xebatên ku min di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de kirine. 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji bo ev mijar bê lêkolînkirin nivîsek ji meclîsê re şandibû.
HEKE SÛC BE, DIVÊ DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN BIRYARÊ BIDE
Di axaftina min a li KCD'Ê de, îfadeya "xweseriya demokratîk" ji xwe di tuzuka partiyê ya HDP'ê de heye û me ev berpêşî komîsyona lihevkirinê ya Qanûna Bingehîn a Meclîsê jî kiribû. Me xweseriya demokratîk wek pêşnûmayeke çareseriyê ji bo hemû Tirkiyeyê berpêş kiribû. Heke ev sûc be, divê ya biryarê bide Dadgeha Qanûna Bingehîn be. Niha, pergala serokomartiyê ya ber bi referandûmê ve tê birin çi qasî sûc teşkîl bike, xweseriya demokratîk jî ewqasî sûc teşkîl dike. Min axaftinên bi naveroka xwe xweseriya demokratîk in, berê jî li kursiya meclîsê kiribûn. Ji ber vê, divê ev ne di çarçoveya destnedayîna qanûnçêkirinê, lê di ya bêperpirsiyartiya qanûnçêkirinê de esas bê girtin.
XETEREYA FELÇBÛNÊ HEYE
Ji ber şert û mercên girtîgehê, di lingê min ê rastî de bi awayekî qismî felcî çêbû. Ji ber vê li nexweşxaneyê mudaxileyek cerahî çêbû. Niha hîn jî tedawiya min didome. Ji bo ev felca qismî mayînde nebe, tedawiyeke fizîkî divê. Li gel vana jî demildest ji neçarî ji nexweşxaneyê derketim. Bi zorê ez anîm dadgehê. Ji xwe ev rewş, dîmena em tê de ne vedibêje. Anîna min a bi vî awayî ne huqûqî ye. Dixwazim biryara ku 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê min de da, esas bê girtin. Heke bêm girtin, tê bandorê li tenduristiya min bike û dibe rastî felcê bêm. Dîmena heyî qet li vîzyona Tirkiyeyê ya sedsala 21'emîn nayê. Dixwazim biryara ku berê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê min de da bê sepandin û daxwaza darizandina bêgirtin dikim."
Piştî parêziyê, heyeta dadgehê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtina Baluken da.