SÊRT - Di hezeza Kana Madenê ya Xizxêrê ya Sêrtê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku patronê Kana Koma Cinerê, kurê Korkut Eken Guray Eken e. Parêzer Can Atalay, anî ziman ku ew baş dizanin ku malbata Eken li vê axê gelek tişt kirine û niha jî di bin karê bazirganiyê de heman tiştan dikin."
Li Gundê Madenê yê Xezxeza Sêrtêde di 17'ê mijdarê de li Kana Sifir a girêdayî Koma Cinerê hezan pêk hat û 16 karker di bin hezanê de man. Heta niha cenazeyên 7 karkeran hatin derxistin û hêj 9 cenaze li benda rizgarkirinê ne. Têkildarî mijarê parêzerên endamên Komeleya Mafên Civakî diyar kirin ku wan wekî bûyera Soma şopand, dê bûyera Gundê Madenê jî bişopînin. Parêzeran anîbûn ziman ku ji bo berpirsiyarê Hezana Madenê bên darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bike. Parêzeran anîn ziman ku endamê Rêveberiya Şîrketa Cînerê ku ji aliyê karkeran ve wekî “Patron” tê zanîn Guray Eken e û Guray Eken jî kurê Korkut Eken ê bi cînayetên li heremê tê naskirin e. Parêzeran anîn ziman ku di salên 80’ê de gelek kes li Sêrtê hatin revandin û berpirsiyarê vê yekê jî endamê Daîreya Herba Taybet endamê MİT'ê Korkut Eken e. Dema rêveberê Şîrketê Guray Eken piştî hezanê hat cihê bûyerê malbatan bertek nîşan dabû.
‘KOMKUJÎ LI BER ÇAVAN PÊK HAT'
Endamê Komeleya Mafên Civakî Prz Can Atalay, diyar kir ku bûyera Kana Madenê ya Xizxêrê û bûyuera Soma dişibin hev û wiha got: “Li vir jî wekî Soma bûyer li ber çavan pêk hat. Berê nîşaneyên ku dê bûyer pêk bê derketih holê. Li gel ku dihat zanîn dê bûyerek bi vi rengî pêk bê navber nedan kar. Dijberi navber bide bêtir zor li karkeran kiriye ku bêtir bixebitin. Li gel ku karkeran bal kişandiye ser talûkueyê jî ser talûkeyê bi kepçeyan girtiye û veşartiye.
PATRON KURÊ KORKUT EKEN E
Atalay da zanîn ku patron Guray Eken kurê Korkut Eken e û wiha got: "Malbata Eken berê li ser vê axê gelek tişt kirin. Em van pêkanînên wan dizanin û ji bîr nakin. Ji ber vê yekê ew berpirsiyarê vê komkujiyê ye. Heta niha 7 cenaze hatin derxistin. Lê heta niha tenê kesek hat girtin."
Prz Evren İşler jî anî ziman ku anî ziman ku divê berî her tiştî delîl û belgeyên rast û saxlem bên komkirin û hesap ji vê komkujiyê bê pirsîn. Îşler, anî ziman ku divê demên bori jî bê lêkolînkirin û hemû agahiyên der barê bûyerê de bên komkirin. Îşler, anî ziman ku dozger li vir delîl kom nekirine û niha xebat di bin kontrola AFAD û Walîtiyê de tên meşandin. Îşler, bilêv kir ku ji ber yekîneyên lêpirsînê ne li cihê bûyerê ye ser delîlan tê reşkirin û windakirin. Îşler, herî dawî da zanîn ku berpirsiyarê vê yekê rayedarên dewletê û rêveberê Kane ne. Îşler, da zanîn ku ew dê heta dawî vê dozê bişopînin.