EDENE - Saziyên Elewiyan ên Edeneyê diyar kirin ku, ew ê ji bo azadiya baweriyan dibêjin "Na".
Saziyên Elewiyan ên Edeneyê, têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê fikrên xwe aşkere kirin û diyar kirin ku ji bo azadiya raman bawerî û azadiya jiyanê dibêjin "Na". Seroka Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) a Edeneyê Seher Kiliç, diyar kir ku elewî bi sedsalan in li dijî polîtîkayên înkar û zextan têkoşîna hebûnê tidin û wiha got: "Elewî bi sedsalan e ji bo hebûnê têdikoşin. Bi ruhê berxwedana dîrokî dê li dijî hişmendiya yekperest û serdest têbikoşin û bêjin 'Na'.
JI FERASETA MEZHEPPEREZ RE 'NA'
Kiliç, anî ziman ku AK Partî dixwaze polîtikayên şaş ên 14 salan bi referandumê bêtir misoger bike û mezhebperestiyê serest bike. Kiliç, da zanîn ku dixwazin qanûna bingehîn a li dijî nirxên civakê qanûnê ava dike û wiha got: "Em wekî DAD'ê li dijî vê pergala yek perest û serdest dibêjin 'Na'. Em ji mirovê yekperest re dibêjin 'Na' Ji iyana bê hiqûq re dibêjin 'Na'. Em ji zilm û neheqiyê re dibêjin 'Na'
Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sultanê (PSKD) yê Ederneyê Şukru Şahin jî diyar kir ku di qanûna bingehîn a sala 1980'an de elewî, kurd, karker û hemû kesên bindest tune hatin hesibandin û wiha got: "Dixwazin bi vê referandumê qanûnên xwe yên serdestiyê mîsoger bikin û bêtir hikum bimeşinin. Ev qanûn tê bêtir pêşeroja me xera bike. Di vê qanûna bingehîn de zim, serdestî, zordestî û înkar heye. Ji ber vê yekê em dibêjin "Na" Divê her kes bêjin "Na".
Şahin, da zanîn ku ew dê ji bo parastina ziman, nasname, çand û baweriya xwe bêjin "Na" û wiha got: "Wezareta Karên Diyanetê li dijî elewî û baweriyên din şer îlan kiriye. Li dijî laîklîkê û komarê şer îlan kiriye. Niha fatoreya krîza aborî di çavê gel re derdixin. Ji ber van hemûyan em dibêjin "Na" Bi biryara OHAL'ê demokrasî hatiye rawestandin. Em dê di 16'ê Nîsanê de bêjin "Na". Ji bo parastina demokrasî û mafê ramanê emê bêjin "Na"