Ji kolandina nepen gelo defîne derket?

MÊRSÎN - Hat diyarkirin ku, vedana nepen a li Tarsûsê bi dawî bûye, lê hat îdiakirin ku, li herêmê bi nirxê 350 milyon dolarî cewahir û zêrên aîdî serdema Romaya Antîk hatine derxistin û şandine derveyî welat.

Li Taxa 82 Evler a Tarsûsa Mêrsînê, li malekê bi refeqatiya tîmên taybet zêdeyî 3 mehane ku kolanek tê kirin û hat diyarkirin ku vedan bi dawî bûye. Têkildarî kolanê heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Her çi qas Parlementerên CHP'ê Aytug Atici têkildarî kolanê pêşniyaznameyek berpêşî Wezareta Çand û Turîzmê kir jî, lê bersiva vê pêşniyaznameyê raya giştî tetmîn nekir. Di bersiva ji aliyê wezaretê hat dayîn de, hat diyarkirin ku kolana li herêmê bi mebesteke zanistiyî tê kirin. Lê kesê ji roja ewil ve di kolanê de cih digire, lê ji ber ewlehiyê em ê navê wî nedin, têkildarî kolanê agahî dan û diyar kir ku vedan bi tu awayî ne bi mebesteke zanistiyî bûye.

‘BI NÊÇÎRVANÊN DEFÎNEYAN HAT DESTPÊKIRIN'

Li gor agahiyên bi dest ketin, kolan bi dawî bûye. Hat diyarkirin ku, di kolanê de li gel cewahir û zêrên bi nirxê 350 milyon dolarî, gelek berhemên dîrokî yên aîdî serdema Romaya Antîk jî hatine bidestxistin û hat zanîn ku, xebata kolanê ji aliyê Ş.K. û nêçîrvanên defîneyan ên li gel wî hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku, Ş.K. û yên gel wî, di destpêkê de bi koma xwe dest bi kolanê kirin, lê belê dema ferqkirin dê kar bi wan tenê temam nebe, Ş.K. pêwendî bi parlementerên AK Partiyê yên Xarpêtê re daniye.Hat îfadekirin ku, piştî hevdîtinan rewş ji Serokwezîr Binali Yildirim û Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hatiye ragihandin û hat diyarkirin ku, bi peywirdarkirina ji aliyê Serokomartiyê ve komeke tîmên taybet û komeke pispor a ji 20 kesan pêk tê hatine şandin.

‘DEFÎNE ŞANDIN DERVEYÎ WELAT'

Hat îdiakirin ku kesê ji destpêka kolanê de li Zorbazak Otelê dima Parlementerê Xarpêtê yê berê Faruk Septioglu ye û hat diyarkirin ku Septioglu kolan ji nêz ve şopandiye. Hat diyarkirin ku, bi hîseyeke ji sedî 15'an bi Ş.K. û koma nêçîrvanên defîneyan ên li gel wî li hev hatiye kirin û hat destnîşankirin ku, dema kolan didomiya Ş.K. tim diçû qada kolanê û dihat. Lê belê, hat diyarkirin ku piştî demekê dema kolan didomiya êdî destûra Ş.K. jî nehatiye dayîn ku têkeve hundur. Hat ragihandin ku, qada kolanê biniya 5 malan diheband û hat diyarkirin ku, hêla kolanê ya defîneyê temam bûye û ji vê kolanê defîneyeke ku nirxê wê 350 milyon dolar e derxistine derveyî welat. Hat ragihandin ku, piştî defîne hatiye derxistin, ji bo berhemên dîrokî rasdestî muzeyê bên kirin xebat didomin.

Ahmet Kanbal-dihaber