Şaredariya CHP'î piştevaniya îxrackirinan dike

ÎZMÎR - Derket holê ku, kartên gihaniyê yên mamoste û akademîsyenên di 7'ê Sibatê de hatin îxarckirin, di heman hefteyê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve hatine betalkirin.

Li Îzmîrê, 52 mamoste û akademîsyen êndamên Egitim-Sen'ê, bi Biryanameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a di 7'ê sibatê de hat weşandin hatibûn îxarckirin. Derket holê ku karta wan a gihaniyê ya "Ji Bo Mamosteyan Qerta Buhaşikestî ya Gihaniya Nav Bajêr" di heman hefteyê de hatiye betalkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya CHP'î, kartên buhaşikestî yên ji bo mamosteyan bi hinceta "Kart di lîsteya reş de ne" betal kir. Li gel vê hat zanîn ku, şaredariyê kartên 2 mamosteyên nehtaine îxarckirin, lê ji peywirê hatine dûrxistin jî bi heman hincetê betal kirine.

‘ÎDIA DIKE KU EW ŞAREDARIYEKE DEMOKRAT E'

Serokê Şaxa Egitim-Sen'a Jimare 1'ê ya Îzmîrê û Berdevkê KESK'a Îzmîrê Bahri Akkan, got şaredarî bi vê awayî sepandinên hikûmetê tesdîq dike û wiha got: "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê îdia dike ku ew şaredariyeke demokrat e. Heke wisa be divê demokrat li dijî binpêkirina mafan ên di çarçoveya OHAL û sepandinên OHAL'ê de bisekinin. Şaredarî di her bername û her daxuyaniyên xwe de diyar dike ku ew li dijî van sepandinane. Lê divê şaredariyeke demokrat û serokê vê şaredariyê li gor vê gavên xwe bavêjin."

Akkan, got divê şaredarî demildest dev ji vê sepandina xwe berde û wiha axivî: "Ji bo kedkarên perwerdehiyê rastî mexdûriyeteke duyem neyê, divê demildest dev ji vê sepandinê bê berdan. Hevalên me di 7'ê Sibatê de hatin îxarckirin, lê şaredarî jî di heman hefteyê de wek bi hikûmetê re ketibe pêşbirkê kartên wan betal kir. Bi rastî jî ev rewş em heyirandin."

‘EV SEPADIN NÎŞAN DIDE KU BI AWAYEKÎ AŞKERE PIŞTEVANIYA HIKÛMETÊ TÊ KIRIN'

Akkan, anî ziman ku li gel vana hemûyan jî, mafên xwebûnê yên mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin tên parastin û wiha domand: "Şerma duyemîn jî, di her cure dûrxistina ji peywirê de mafên xwebûnê tên parastin. Lê belê şaredariya ji xwe re dibêje ez demokrat im, min wek mamoste nabîne. Em vê wisa dibînin; bi vê sepandinê bi awayekî aşkere piştevaniya hikûmetê tê kirin."