Hayir ve Otesî: Ji bo pisîk nekevin trafoyan em ê hişyar bin

STENBOL - Endama Kordînasyona Hayir ve Otesî Melîs Akyurek got ku ew ê "ewlehiya sandoqan û dengan pêk bînin" armanca wan xwe gihandina hemû sandoqan e, ji bo deng li gorî usulê bê bikaranîn, neyên dizîn an jî psîk nevekin trafoyan dê hişyar bin.


"Hayir ve Otesî" ya ji bo referandûma ku dê guhertina qanûna bingehîn di 16'ê Nîsanê bê dengdan de ji bo parastina dengan hate avakirin armanc dike ku ewlehiha sandoqan biparêzin. Di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de "Hayir ve Otesî" bang li hemû kesan kir û xwest bi hevre planên serokdewletiyê pûç bikin. Kom di malpera "hayirveotis.org" de sedemên "Na" vegot.

Endama Kordînasyona Hayir ve Otesî Melîs Akyurek têkîldarî mijara dê roja hilbijartinê çawa ewlehiya sandoqan pêk bînin ji dîhaberê re axivî.

'JI BO PISÎK NEKEVIN TRAFOYAN EM Ê HIŞYAR BIN'

Akyurek "Hayir ve Otesî" platformekî ku "Na" di sandoqan de biparêze û heta pêvajoya referandûmê rêxistin bike pênase kir û got ku peywira wan a esasî jî ewlehîya sandoqan û dengan pêk anîne. Akyurek anî ziman ku ji bo deng li gorî usulê bê bikaranîn, neyên dizîn an jî psîk nevekin trafoyan dê hişyar bin, bi malpera xwe ya "hayirveotesi.org" ve ava kirine û dîsa bi riya çapemeniya civakî re jî hewl didin ku xwe bigihînin welatiyên dixwazin xwedî li dengên xwe derkevin.

Akyurek da zanîn ku telefonên wan 7/24 vekiri re welatiyên ku dixwazin dikarin xwe bi riya çapemeniya civakî û telefonan ve bigihînin wan.

BANGA XWEDÎLÊDERKETINA DENGAN

Akyurek a nirxandina "em xebatekî bêalî nameşînin" kir got ku deriyên wan ji bo hemû kesên ku dibêjin "Na" û dengê xwe dixwazin biparêzin re vekiriye. Ay yurek ev agahî da: "Hemû kesên ku xwedî li welatê xwe derdikevin, dixwezin xwedî li pêşeroja xwe derkevin, hemû kesên ku li dijî tiştên 15 sal in diqewime ye re deriyê me vekiriye. Em bang li hemû kesan dikin û dixwazin di nava 'Hayir ve Otesî' de cih bigirin. Li taxan, gundan, li navçeyan em bang li hemû kesan dikin xwedî li dengê xwe derkevin."

Akyurek bang kir û xwest ji bo malpera ku ava kirine serlêdan bê kirin û ew ê li hemû kesên ku serî li wan dane bigerin. Akyurek bilêv kir ku ew ê ji parêzeran jî alîkariya hiqûqî bigirin û roja referandumê dê çi bê kirin ji bo vê dê perwerde jî bidin, roja ku malper ava kirine heta niha bi sedan serlêdan hatiye kirin. Akyurek wiha got: "Hedefa me ew e ku em xwe bigihînin 30 hezar kesan lê armanca me xwe gihandina hemû sandoqan e. Sandoqên ku vala ne jî ji bo me tişta ku em ewil xwe bigihînin e."

Akyurek destnîşan kir ku ew ji bo sandoqên vala nemînin helw didin, roja sandoqan dê karê wan pir be, bang li parêzeran jî kir û xwest ku ji bo alîkariya hiqûqî serî li wan bidin. Akyurek diyar kir ku di konrola sandoqan de ew ê hişyar bin bi taybetî jî ji bo parastina ewheliya "sandoq" û "dengan" bixebitin.

'EM JO HILBIJARTINÊN HERÊMÊ BI FIKAR IN'

Akyurek got ku ew dizanin gelê herêmê dê xwedî li dengên xwe derkevin lê ligel vê yekê jî ji ber bûyerên li herêmê diqewime bi fikar in. Akyurek herî dawî wiha axivî: "Li bajarên ku hatine serobino kirin dê roja hilbijartinê pêvajoyekî referandûmê çawa hebe ev me dixe fikaran. Lê em bawer dikin ku gelê herêmê xwedî li sandoqan derkevin. Li wir jî pisîk dê bikevin trafoyan, di bin çekan de bê kirin niha texmîn nakim, ez dixwazinm bi rehet derbas bibe lê ji ber vê yekê ez bi fikar im."