MÊRDÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, got tiştên li Xerabê Bava tên jiyîn dubarekirina yên salên 1990'î ne û diyar kir ku, ji wê çaxê heta niha tiştekî nehatibe ceribandin nemaye û wiha got: "Niha jî dixwazin nîşan bidin ku ew bi vê encamê werdigirin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, a ji bo dawî li qedexeya li gundê Xerabê Bava bê û tiştên li gund qewimîne derxînin holê li riya gund nobetê digire, pêkanînên heyî nirxandin. .
‘GUNDEK DÎL HATIYE GIRTIN'
Guven, diyar kir ku tiştên îro li gundê Xerabê Bava tên jiyîn, di sal û nîveke dawî de li gelek bajarên kurdan hatin jiyîn û wiha axivî: "Ew kesên meseleya xendekê tim tînin ser ekranan, wek ev şer ji ber kurdan xendek çêkirine tê jiyîn didin der û manîpule dikin, divê vê baş bibînin. Ma li Xerabê Bava xendek hene? Qey îstixbaratek ji we re hat? Di bereka wê îstixbaratê de mirov diçe wê noqteyê û wan kesan digire. Lê hûn nikarin gundekî hemû dîl bigirin û wî gundî mehkûmî qedexeya derketina derve bikin. Li wir ciwan, extiyar û zarok nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Ev li tu deverê cîhanê tune ye, ev sûcekî mirovahiyê ye. Niha li vî gundî di bin navê OHAL'ê de sûcî mirovahiyê tê kirin. Berê jî bi qanûnên OHAL'ê ev dihatin kirin. Niha jî dixwazin nîşan bidin ku ew bi vê encamê werdigirin."
Guven, got polîtîkayên di salên 90'î de li dijî gel dihatin meşandin niha dîsa dest pê kirine û wiha domand: "Wê demê nêzî 4 hezar gund hatibûn valakirin. Nehiştin gundî kincên xwe jî wergirin. Li qadên gundan, pîsîtî bi gundiyan dan xwarin. Gelek caran li DMME'yê hatin mehkûmkirin. Tiştên li Xerabê Bava tên jiyîn ne dûrî wan tiştan e. Berê ev bi destê Mehmet Agar dihatin kirin. Tansu Çiller, pereyên dewletê pêşkeşî hinan dikir, bi milyaran pere dan kesên wek Yşil û gotibû 'kurdan qetil bike'. Berê bi cinayetên kiryar nediyar, Apê Mûsa, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Paşê Bulent Arinç got, 'Xwezî zindama Amedê neqewimiyane', Erdogan got, 'Berê şaşiyên dewletê hebûn, xwezî nebûnan'. Lê, ji wê noqteya 'xwezî nebûna' heta niha çi guherî? Hemna tişt tên kirin. Heta zêdetir tên kirin."
‘DIXWAZIN GEL KOÇBER BIKIN'
Guven, anî ziman ku Erdogan ê ku îcreatên Efkan Ala neeciband, Suleyman Solu anî şûna wî û dest nîşan kir ku, Erdogan di vî warî de xwestiye bi kesekî hîn pisportirê van tiştan re bixebite û wiha axivî: "Çima pisportir e; çimkî Soylu şagirtê Mehmet Agar e. Ew wê zihniyetê baş dizane. Lê vê ji bîr dikin, bila ji xwe bipirsin; 'Gelo tiştekî nehatibe ceribandin maye?' Îşkenceyên li Xerabê Bava qat bi qat di salên 90'î de hatin jiyîn. Ev mirov neçar man ji gund derkevin. Ew mirov paşê vegeriyan û ji nû ve malên xwe ava kirin. Niha dîsa malên wan tên rûxandin, dibe gel ji wir koçber jî bikin."
‘TU FERQA WAN JI PÊKANÎNÊN LI ŞIRNEXÊ TUNE YE'
Serokwekîla Hevserokatiya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî anî ziman ku, tiştên diqewimin îmhakirin û nehesibandina gelê kurd e. Şimşek, polîtîkayên salên 90'î bi bîr xist û wiha got: "Şewitandina malan, cinayetên kiryar neidyar, înfaz... Em qetlîamên li Cizîr, Sûr, Şirnaxê hatin kirin dizanin. Tiştên li Xerabê Bava tên kirin jî ji vana ne cuda ne. Îro roja 12'emîn e û mirov ji mafên xwe yên jiyanî tên mehrûmkirin. Em dixwazin pêdiviyên welatiyên li gund bi cih bînin, lê em rastî rewşeke nenaskirinê tên."
Şimşek, anî ziman ku di pêvajoya referandûmê de dorpêçkirineke bi vî awayî mirovan difikirîne û diyar kir ku, bi çewisandin û êrîşên wisa ev pêvajo nayê meşandin û wiha axivî: "Ji ber vê em di referandûmê de dibêjin 'Na'. Kurdan di Qanûna Bingehîn a dê berpêşî Meclîsê bê kirin de daxwazên xwe nabîne. Tişta AK Partî di referandûmê de dixwaze, ev pêkanînên wê yî li Xerabê Bava ne. Dê gel vê rawestîne."