AMED – Beriya hilbijartin referandûmê ya 16’ê Nîsanê, lîstikên Ak Partiyê yên bêyî agahiya mirovan wan wekî endamê xwe bide nîşan dîsa derketin holê. Hilbijêrê HDP’ê Huseyîn Kirkutay weke “endamê rêxistina Ak Partiyê ya Siwêregê” nîşan dan. Kirkutay bertek nîşan da û got “Heta niha ez di ber deriyê AKP’ê de derbas nebume, lê min wek endamê xwe nîşan dan û ezê li dozgeriyê gilî bikim."
Bi nêzîkbûna hilbijartina referandumê rê hîleyên hilbijartinê jî dikevin rojêvê. Wek her hilbijartinan carek din lîstikên AK Partiyê derketin holê. Ak Partiyê disa serî li endamtiya sexte da. Ak Partî bi hezaran hilbijêrên DBP’î û HDP’î bi riya lîstikan wekî endamê xwe nişan dabûn û dîsa seri li heman lîstikê da. Welatiyên berîya hilbijartina referandumê ya 16'ê Nîsanê li malpera Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) nerîn dîtin ku wekî endamê AKP'ê hatine nîşandan.
ENDAMÊ HDP'Ê WEKÎ ‘ENDAMÊ AKP’Ê’ NÎŞAN DAN
Hilbijêrên HDP’î Huseyîn Kirkutay ê li ser malpera YSK li lêpirsîna hilbijêr nerî dît ku wekî endamê Ak Partiyê ya Sîweregê hatine nîşandan. Kirkutay ku wek endamê AKP’ê yê du serdem in çalak tê nîşandan, li hember wê listikê nerazîbûn nîşan da.
‘EZ DI BER DERIYÊ AKP’Ê RE JÎ DERBAS NEBUME'
Kirkutay, anî ziman ku dema di 19’ê sibatê de li malpera YSK’ê nêrî, dît wekî endamê AKP’ê hatiye nîşandan û wiha got: "Beriya niha jî gelek dek û dolapên AKP’ê yên bi vî rengî çêbûn. Bêyî agahiya min ez wek endamê AKP’ê hatim nivîsandin. Dema ez çûm Lîjneya Hilbijartinê ya navçeyê ez wek endamê AKP’ê xuya nabûm. Lê dema ez bi riya e-devlet ketim malpera YSK’ê wek endamê AKP’ê hatim dîtin. Ev yek jî min gelek aciz dike. Ez tu demê di ber avahiya AKP’ê de derbas nebûme. Lê min wek endamê xwe dane nîşandan.”
'MIN TU CARÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê NE BIJARTIYE'
Kirkutay, anî ziman ku wî tu demê siyaset û polîtîkaya AKP’ê ne pejirandiye û wiha axivî: “Heke ku ez endamek partiya siyasî bim, ez ê endamê HDP’ê bim. Çima ez ê endamê AKP’ê bim. Bi riya van dek û dolaban hejmara endamên xwe zêde nîşan didin. Bi salane bi hezaran kes wisa dikin endamên xwe. Ev hîle û sextekarî li tu devera cîhanê tune ye. Ez çidikim nakim lê nikarim ji vê endamtiya sexte xwe rizgar bikim. Ev bû sê roj pê ve eleqedar dibim, lê nikarim jê xelas bibim. Wisa rewşek tînin serê me dixwazin em bikevin rewşek pêkenok.”
‘NIKARIN ME BI HÎLEYAN BIKIN KOLE’
Kirkutay, da zanîn ku AKP dixwaze bi lîstikan gelê kurd ji nasnametiya wan dûr bixe û wiha dawî bi dawî kir: “Heke em bêjin ‘erê’ wê welatê me sed salên din paş ve biçe. Heke ‘erê’ bi serbikeve wê hemû nirx û kesayetiya mirov ji deste mirov biçe. AKP dixwaze me bike koleyê xwe. Lê bila baş bizanibin em bi van dek dolabên wan nabin koleyê AKP.”
GILÎ KIR
Kirkutay, bi sedema mafê wî ji destê wî hatiye sitendin li Şaxa ÎHD’a Amedê gilî kir û dê li dijî lîstikên AK Partiyê li dozgeriya komarê ya Amedê gilî bike.
Bîlal Guldem - dîhaber