Yên ji bo pisîkekê qiyametê radikin li ku ne?

MÊRDÎN - Dayîkên dixwazin biçin gundê Xerabê Bava yê 12 roj in agahî jê nayê girtin diyar kirin ku dewlet piştî xerabkirina bajaran dixwazin gundan xera bikin û got: "Dewlet çi ji gundê Xeraba Bava dixwazin? Yên ji bo pîsîkekê qiyametê radikin li ku ne?"

Li gundê Xeraba Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji 11'ê sibatê heya niha qedexe hatiye destpêkirin û gund ji aliyê leşkr û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji bilî nexweşan destûra ketin û derketina gund tune ye. Heyeta ku ji Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementerên HDP' Ayşe Acar Başaran û Erol Dora, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û gelek welatî jî di nav de xwestin biçin gund, li ketina gundê hatin hatin astengkirin û dest bi nobetê kirin. Dayîkên ku tevlî nobetê bûne bertek nîşanê astengkirinê dan.

Dayîka di nobetê de Hatîce Dûman diyar kir ku hêzên dewletê 11 roj in li gundê Xerabê Bava qetlîamê dike û wiha got: "Hemû derdora gund dane ber topan. Gund talan kirine û sewalên wan hemû mirine. Ma qe li gundê Xerabê xendek hene. Digotin li bajaran xendek hene em ê bajaran xerab bikin. Yek armanca wan heye ku devera kurd lê hebin xerab bikin. Ma çi ji gund dixwazin."

Dûman bertek nîşanê bêdengiya raya giştî û berpirsyaran da û wiha axivî: "Dema tiştek tê serê pisîkên wan di hemû televîzyon de qiyametê radikin. Li vî gundî mirov û sewal di qetlîamê re derbas dibin. Lê her kes bê deng e. Qey wijdana wan tuneye. Di gund de kal, zarok, jin û nexweş hene. Şêniyên gundê Xerabê yên li derveyî gund in dibêjin, 'Tu kesî alîkarî ji xizmên me re neaniye' Mirovê ku avê li ser kesekî qut bike tu ehlaq û wijdan pêre tuneye."

5 ROJIN AGAHIYÊ JI MALBATÊ NASTÎNE

Dayîka nobedar a 62 salî ku hevserê wê li gund e Zelîha Acar jî bertekên xwe anîn ziman û got: "5 roj in agahiya min ji hevserê min tune. Ma çi ji me dixwazin. Bila vê qedexeyê ji ser gundê me rakin. 5 roj in min agahî ji hevserê xwe negirtiye. Zarokên me keçên me, kal û pîrên me hemû li gund in û em agahî ji wan nastînin."

Dayîka nobedar Aşye Eren jî anî ziman ku 4 car in ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin, bal kişand ser valekirina gundan a salên 90'î û wiha axivî: "Bila bes van gundên me xerab bikin. Salên 90'î heya 95'an gundên me xerab kirin. Me carek din ava kirin û niha dîsa xerab dikin. Ev zilm e li ser me pêk tînin û tenê ji ber ku em kurd in vê yekê li me dikin. Ev du roj in em tên biçin gund pêşiya me digirin û destûrê nadin. Bi wesayîtên zirxî pêşiya me digirin. Li gund çi dibe em nizanin. Kuştin hene, girtin hene, cenaze hene destûrê nadin tu kes agahî bistîne ji wir."