Ên bi 'rûpoş' niha jî li Xerabê Bava ne

MÊRDÎN - Qedexeya ku 12 roj e li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê didome, hat zanîn operasyon ku bi pêşengiya yekîneyên taybet ên bi rûpoş ên li Cizîr û Sûrê bûn ve tê meşandin. .

Operasyona li Xerabê Bava, Fermandarê Lîvaya Komando ya 2'yemîn a Bornovayê İsmail Balibek, ê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji aliyê Wezareta karên Navxweyî ve terfîî tuxgeneraliyê(mîrlîwa) hat kirin, bi rê ve dibe. Hat zanîn ku li gel Lîvaya Komando ya Bornovayê, leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê û polîsên berê li Cizîr, Gever û Sûrê peywirdar bûne jî di operasyona li Xerabê Bava de cih digirin. Lê belê, hat zanîn ku operasyon ji aliyê Tuxgeneral İsmail Balibek û Fermandarê Cenddirmeyan a Mêrdînê Mîralay Ahmet Zefer İşcan ve tê birêvebirin.

CERDEVAN: HEMÛ BI MASKE NE

Cerdevanên gund ên bi şertê dê navê wan neyê aşkerekirin axivîn, gotin ew daxilî operasyonên berê hatine kirin, lê belê vê carê ji bo operasyonê gazî wan nehatiye kirin. Cerdevanan got, rayedarên leşkerî ji wna re gotine "Hûn tenê li gundên xwe nobetê bigirin" û ragihandin ku, agahiya ji bo operasyonê yekîneyên taybet anîne ji wan re hatiye. Cerdevanan, diyar kir ku operasyona li gund ji aliyê leşker û polîsên taybet ên ji Bornovayê anîne tê meşandin û ragihandin ku, hêza hatiye hemû bimaske ye. Cerdevanan, got leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê jî tenê ewlehiya hawirdorê digirin.


Balibek, şeva hewldana derbeyê li Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyên Komandoyî bû û hemû helîkopter bi hangarayê ve qefil kiribûn. Her wiha hatibû diyarkirin ku, Balibek li Fermandariya Hewadariya Bejahiyê ya Guvercînlikê tankên sotemeniyê anînbûn pîstê û wan teqandibû û piştî vê bûyerê terfîî tuxgeneraliyê hatibû kirin û paşê tayînî Lîvaya Komando ya 2'yemîn a Bornovayê hatibû kirin. Mîralay Ahmet Zafer İşcan jî, piştî Fermandarê Cendirmeyan a Mêrdînê Alaaddin Karsavuran ji rêxistina Fethullah Gulen hat girtin, ji aliyê Wezareta karên Navxweyî tayînî vê fermandariyê hatibû kirin. Tê diyarkirin ku, di navbera Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û İşcan de têkiliyeke xurt heye.