NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê Hûşyar Ebdullah, diyar kir ku nivîskar û çalakvanên Kurd li welat û dervê welat rastî gefên kuştinê tên û ji Serokatiya Parlamentoyê û Lijneya Mafê Mirov xwest hestiyar tev bigerin.
Ofîsa ragihandina Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Iraqê Hûşyar Ebdullah, der barê rewşa nivîskar û çalakvanên Kurd ên di bin gefan de ne daxuyaniya Hûşyar Ebdullah weşand. Abdullah di daxuyaniyê de diyar kir ku çalakvan, nivîskar, rojnameger, rewşenbîrên serbixwe û muxalif û hemû kesên ku bi mafê xwe yê zagonî azadiya xwe îfade kirinê bikar tine di bin gefan de ne. Abdullah destnişan kir ku nivîskar û çalakvan ji aliyê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ve rastî gef, revandinê tên û plana kuştina wan hatiye kirin. Ev gef û plan hem li herêmê û hem li dervê welat tê kirin. Hinek kes hene ku bi jiyana xwe berdêla azadiya xwe îfadekirinê daye. Hinek din ji rastî êrîş birîndarbûnê û hinek çalakvan ji ji ber sedema tevlîbûna xwepêşandanan, wesatiyên wan ji aliyên kesên ne nas ve hatin şewitandin.”
BERÊ JÎ BERÊ GEF XWARIN Û PIŞTRE KUŞTIN
Hûşyar Ebdullah, destnîşan kir ku hemû rojnameger, nivîskar û çalakvanên hatin kuştin, beriya bên kuştin gef li wan hatibû xwarin û wiha got: "Lê mixabin tu aliyekê ji bo parastina jiyana wan tiştek nekirine.” Hûşyar Ebdullah da zanîn ku hinek suc û kiryar li Herêma Kurdistanê hatine qeyd kirin. lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê çareseriyê, wan kiryaran qebûl nake. Hûşyar Ebdullah destnîşan kir ku nivîskarek bi navê Peykar Osman ku li welatê Fînlandiya dijî, di demên dawî de gef lê hatiye xwarin û wiha got: “Bi riya nameyekê ku ji bo min hatiye şandin, piştrast kiriye ku ji ber rexnekirina rewşa nebaş ya Herêma Kurdistanê, gefa Kuştinê lê hatiye xwarin. Bi heman awayi nivîskarê navdar Kamyar Sabr li welatê Avusturalya, demekê berî niha rastî gefan hatiye.”
Hûşyar Ebdullah, anî ziman ku wekî parlamenter, ji ber helwesta xwe rastî gefên rêxistinan hatiye û wiha got: "Pêwîste Desteya Serokatiya Parlamentoyê û Lijneya Mafê Mirov di vê çarçoveyê de ji bo berpirsyartiyên xwe gavên pêwîst bavêje. Her wiha ji bo rakirina van gef, metirsiyên li ser jiyana nivîskar û çalakvanan, li gel balyozxane û rêxistinê mafê mirov rê rewşê sînordar bike.” 15’ê Sibatê li Hewlêr sê Endamên Tevgera Azadiya Civaka Demokratîk bi navê Xalid Mistefa, Xalid Mihemed û Mahir Ezîz ji aliyê asayişa Hewlêr ve hatine girtin. Ji ber ku Xalid Mistefa daxwaza destura meşa şermezarkirina komploya navnetewî kiribû û her du endamên din ji ji ber ku pirtuka Sakîne Cansiz a binavê jiyana min her tim şer bû li gel bûn, hatin girtin.
Endamên Yekêtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi navê Ehmed Hacî Cimo û Şivan Yusif Osman, dema ku di xwestin tevlî meşa 15’ê Sibatê bibin li nêzîkî navçeya Pirdê li texsiyekê siwarbûn. Lê ajokarê texsiyê yê bi navê Sebah Îsmail herdu kesan radestî asayişê kirin. Heya niha kesek ji wan nehatiye berdan.