Walîtiyê li 2 gundên Nisêbînê derketina devre qedexe kir

MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku di çarçoveya operasyonên leşkerî de li 2 gundên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Di 11'ê Sibatê de jî li 9 gundan qedexe îlan kiribû û li gundê Xerabê Bava ku 5 kes hatin kuştin û 39 kes hatin binçavkirin, 12 rojin dorpêç didome.

Walîtiya Mêrdînê piştî di 11'ê Sibatê de li 9 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir, niha jî li 2 gundên din qedexeya derketina derve îlan kir. Piştî li 9 gundan qedexe hatibû îlankirin Tîmên Tevgera Taybet di 11'ê Sibatê de bi ser gundê Xerabê Bava de girtibûn û 3 kes li gund kuştibûn û 39 kes jî li qada gund tazî kiribûn û îşkence li wan kiribûn. Piştî îşkenceyê 39 gundî binçav kiribûn. Hat diyar kirin ku 2 kesên di bin çavan de hatin windakirin piştre hatin kuştin. Hêj qedexeya derketina derve ya Gundê Xerabê Bava didome Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya operasyonên leşkerî de li gundên Cibilgirav û Talatê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got: "Îro seet ji 08.00'an pê ve li gundên Cibilgrav û Talatê yên
navçeya Nisêbînê li gorî Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442'an qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Qedexe dê heta daxuyaniyeke duyemîn li van herdu gundan bidome."