Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Aydin: Li Tirkiyê rêveberiya awarte ya sivîl heye

ENQERE - Pisporê Hiqûqa Qanûna Bingehîn Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, diyar kir ku Tirkiye di vê pêvajoyê de ne di sînorê OHAL'ê de di sînorê "Halê Rêveberiya Awarte" re derbas dibe. Aydin, anî ziman şertên OHAL'ê niqaşên Makeqanûnê rewşek tirsnak e û wiha got: "Ger ku hûn hatibin halê OHAL'ê divê hûn qanûnên xwe li gorî Nîzama Hiqûqa Mafên Mirovan a Ewropa di ber çavan re derbas bikin. Serokomar Erdogan dixwaze ku di bin zextan de bêje "Min kir û çû". Lê ev yek wisa dirêj derbas nabe.

Hîndekarê Beşa Hiqûqê yê Zanîngeha Hacettepe (HU) Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, der barê pêkanînên Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) û niqaşên Qanûna Bingehîn de ji dihaberê re nirxandin kir. Aydin, anî ziman ku ger tişta hûn anîbin halê OHAL'ê divê hûn xwe li gorî Hiqûqa Mafên Mirovan a Ewropa bi nîzam bikin û wiha got: "Heta niha hemû KHK'ê hatin weşandin ne li gorî CMK'ê û nejî li gorî Qanûna bingehin in. Girtin tedbîra CMK'ê ye. Lê ji bo girtinê divê şikên mezin ên sûc hebin. Divê delîlê revê hebin. Girtin garantîkirina li pêş reve ye. Lê biryarên darazê li gorî formulên kesan pêk tên. Em bêjin 120 şikdar hene. Lê hemû têxin torbeyekî û hemûyan wek hev bide nîşan wê demê ev bi pirsgirêk e. Dibêjin "Min ji tere got tu terorîst e. Tu jî îspat bike ku tu ne terorîst e. KHK di gelek milan de li dijî Qanûna Bingehîn e. Lê li gel vê yekê bê bingeh mirovan digirin. Lê mixabin tenê li ser telefon û îfadeyên kesan mirovan digirin. Dosyayên wan vedişêrin."

Aydin, da zanîn ku bi operasyonên piştî 15'ê Tîrmehê bersûc bi "Guhertina nîzama Qanûna Bingehîn" tawanbar kirin û piştre sucdarî wekî "Endamtiya rêxistinê" guhertin. Niha zêdeyî 10 hezar mirov bi "Endamtiya rêxistinê" tawanbar dikin û wiha axivî: "Gelo ev rêxistin kengî bû rêxistina terorê. Kengî rêxistina çekdarî bû. Dema bê çek bû qet ma qet ne teror bû? Ger ku mirovek bi "Endamtiya rêxistina terorê" bê tawanbarkirin divê bê gotin ku ew rêxistin kengî bû "teror" . Lê di milê demê de tiştek nehatiye gotin. Du dozger der barê demê de tiştekî na bêjin. Pirsên 'Tu çû dibistana Cemaatê? Te li kijan bankê pere razand? Tu çû dervê welat? dipirsin. Divê bi van pirsan mirov neyên girtin."

ÎKTÎDARÊ OHAL KIR FIRSEND

Aydin destnîşan kir ku îktîdarê OHAL ji bo xwe wekî firsendê bikar tîne û wiha berdewam kir: "Dixwaze di vê pêvajoyê de hêza muxalif tune bike. Di vê pêvajoyê de rojnameger û nivîskar Necmiye Alpay, Asli Erdogan û Murat Aslan hatin girtin. Lê tu eleweya wan û van mijaran bi hev tune ye. Em bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. ÇHD û komeleyên din tên girtin. Bi Hêjmara 667'an ên KHK'ê hemû kesan dixin torbeyê 'Yên Gefan li Ewlehiya Neteweyî dixwin". Di vê pêvajoya lêpirsîn û lêkolînê de înfaz îhlalên herî mezin in. Ev dê kehat kengî wisa bidome."

Ji OHAL'ê wêdetir Rêveberiya Awarte ye

Aydin, da zanîn ku îktîdara Tirkiye niha ji sînorê OHAL'ê derketiye û halê Rewşa Rêveberiya Awarte dijî û wiha bi dawî kir: "Tirkiye bi rêveberiya awarte nayê revebirin. Di Qanûna Bingehîn de rewşa Awarte (OHAL) û Rêveberiya Awarte ji hev cuda ne. Di serdema OHAL'ê de dikarin 3 mehan xebatên komeleyan rawestînin. Lê divê biryara dadgehê hebe. Divê ewlehiya komeleyan li ber çavan bigirin û piştre gavan bavêjin. Niha rewş OHAL derbas kiriye û bûye Rêveberiya Awarte ya sivîl. Di rewşek wisa de avakirina Qanûna Bingehîn pir xeter û tirsnak e. Li gorî hiqûqê di vê pêvajoyê de niqaşên avakirina Qanûna Bingehîn pir xerab e. Divê guhertina Qanûna bingehîn di nava aramî û rewşên asayî de bên çêkirin. Ger ku tu bêje min çêkir û çû ew dê emrê wê ne dirêj be.

Deniz Nazlim - dihaber