NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Îzmirê bi ser gelek navnîşanan de girt û Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Mahfuz Guleryuz jî di navde gelek kes binçav kirin. Li Wanê jî bi ser malekê de girt û ciwanek binçav kirin.
ÎZMÎR
Polîsan di saetên derengê şevê de li Îzmirê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'a Îzmirê Mahfuz Guleryuz û rêvebera HDP'ê Reyhan Kumru jî di navde gelek kes binçav kirin. Hat zanîn ku ji ber duh li dijî dorpêça Xerabê Bava bertekên xwe anîn ziman polîsan ew binçav kirin.
Duh endam û rêveberên HDP'ê li ber Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan daxuyanî dabûn û dorpêça Gundê Xerabê Bava ku ji 11'ê Sibatê de qedexeya ketina gund didome şermezar kiribûn.
WAN
Polîsan li taxa Kurubaşê ya navçeya Rêya Armuşê jî bi ser malekê de girt. Polîsan di serdegirtina malê de ciwanê 20 salî Muhammed Bilekçi binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.