Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyeyê pêşiya îşkenceyê hat vekirin

STENBOL - Rêxistina Efûyê di rapo xwe ya aşkera kir de bal kişand li ser rewşa mafên mirovan a li cihanê. Di raporê de îşkenceya li Tirkiyeyê tê kirin hate rawestandin û hate gotin ku lêpirsînên ku tê vekirin bêancam dimînin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya 2016'an mafên mirovan a der barê 159'an de li Aynali Geçît a Taksîma Stenbolê bi civîna çapemeniyê ve aşkera kir. Direktorê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Şaxa Tirkiyeyê Îdîl Eser, Dîrektora Parazvanî û Kampanyayah Ruhat Sena Akşener û Lêkolînerê Sekreteryaya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Andrew Gardner beşdarî civînê bûn.

Di rapora bi navê "Rewşa Mafên Mirovan a Cihanê" de têkîldarî mafên mirovan ên 159 welatan fikar tên parvekirin û balê dikişînin li şer şerên ku li hin deverên cihanê tê jiyîn, êrîşên li dijî sivîlan, krîza penaberan a berdewam dike, gotinên siyasetmedaran ên ku zirarê didin mafên mirovan û li ser gotinên "em û ew" tê rawestandin.

Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan her diçe xirab dibe, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, pêkûtiyên ku di dea Rêveberiya Awarte (OHAL) de li ser muxalîfan zêde bûye.

PIŞTÎ HEWLDANA DARBEYÊ RÊXISTINÊN SIVÎL DI BIN PÊKÛTIYÊ DE NE

Di rapora salane ya rêxistinê de, geşedanên li Tirkiyeyê, azadiya îfadekirinê, azadiya kombûna, muameleyên xirab, şîdeta zêde, necezakirin, binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdarî ve tê meşandin, penaber û li welat kesên ku ji cih warên xwe hatine koçberkirin bi sernavan hatin destgirtin. Di rapora ku bi taybetî geşedanên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê hate nirxandin de wiha hat gotin: "Piştî hewldana darbeyê hikûmet û memûran li ser rêxistinên civakî yên sivîl pêkûtî pêş xistin."

JI ÇAPEMENIYÊ HETA SIYASETÊ HEMÛ KES DI BIN PÊKÛTIYAN DE NE

Di raporê de tê gotin ku bi KHK ên ku di çarçoveya OHAL'ê hatin derxistin de di nav de mamoste, bijîşk, dadger, dozger û leşker jî di nav de nêzî 90 hezar kes bi îdiaya "têkîliya wan bi rêxistinên terorê re hene" yan jî "ji bo ewlehiya neteweyî tehdîd in" ji karên xwe hatine îxrackirin û wiha tê gotin: "Bi sedan saziyên çapemeniyê û rêxistinên civakî yên sivîl hatin girtin, rojnameger, aktîvîst û parlamenter hatin girtin."

QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊN KURD HATIN KIRIN

Di raporê de hate gotin ku bi bajarên herêmê li şûna 53 hevşaredarên hatine hilbijartin qeyûm hatine tayînkirin, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan ji bo bên darizandin hatine girtin.


ERDOGAN HÊZA XWE SAXLEM KIR

Di raporê de tê gotin ku di 2016'an de Serokomar Tayyîp Erdogan hêza xwe saxlem kir û guhertina qanûna bingehîn a ku rayeya rêvebirinê dide serokomar pêşkêşî Meclîsê kir.

ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB ZÊDE BÛ

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê tê parvekirin û tê gotin ku li bajarên kurdan di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" li herêmên qedexeya derketina derve heye û bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê li Enqere û Stenbolê bi çavdêriya polîsan îşkence û muameleya xirab a hatiye kirin zêde bûne.



RÊ LI PÊŞ ÎŞKENCEYÊ VEKIRIN

Her wiha bi OHAL'ê re mafê parastina girtiyan ji destê wan hat girtin, rê li pêş îşkenceyê hat vekirin. Mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan hat girtin. Pêkanînên qedexe bêtir pêşiya nêzikatiyên xerab vekir.

VENÊRTÎ NEHAT KIRIN

Di raporê de hat diyarkirin ku tu mekanizmayên navneteweyî yên qadên binçavkirinê bişopînin nemane û mafê girtiyan ên bi parêzeran re hevdîtin bikin ji destê wan hatiye girtin. Dîsa tê gotin ku pêvajoya binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Di raporê de hat diyarkirn ku piştî 15'ê Tîrmehê gelek kes di bin çavan de ji aliyê polîsan ve rastî lêdan, tundî, tundiya zeyendî û tecawizê hatine. Hat diyarkirin ku herî zêde personelên leşkerî rastî tundiyê hatiye.

NERÎNÊN MUXALÎF DI BIN TUNDÎ Û ZEXTAN DE NE

Rêxistina Efoyê, di rapora 2016'an de diyar kir ku Tirkiye di qada azadiya raman û îfadeyê de bi awayekî tûj ber bi xerabiyê ve çûye û wiha cih da raporê: "Piştî îlana OHAL'ê 188 rojnameger hatin girtin. 184 saziyên medya bi KHK’ê bi awayekî keyfî hatin girtin. Hemû nerîn û kesên muxalif bi îdîaya propaganda rêxistinê kirine rastî tundî, ceza û lêpirsînê hatin. Di navde saziyên jinan, komeleyên parêzer, mafên mirovan û gelek sazî û dezgehên din hatin girtin û rastî tundiyê hatin. Herî kêm 375 saziyên rêxistinên sivîl bi KHK’ê hatin girtin.

AKADEMİSYENÊN AŞTÎ XWESTIN HATIN CEZAKIRIN

Di raporê de hat zanîn ku di qada azadiya îfadeyê de Tirkiye bêtir xerab dibe û Akademisyenên aştî xwestin rastî lêpirsîn, dozê hatine û hatine girtin û wiha hat gotin: "Der barê 490 akademisyenên ku xwestin pêvajoya çareserî û diyalogê paşve vegere û îmze avêtin bin deklerasyona aştiyê de lêpirsîn hat vekirin û jê 142 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin. Piştî 15'ê Tirmehê û şûnde zêdeyî hezar û 100 kesên îmze avêtin bin deklerasyona aştiyê rastî lêpirsînê hatin.

Li dijî saziyên medya yên nêzî Fethullah Gulen zext zêde bûn û xwestin wan bikişînin xeta hikûmetê. Bi taybetî sansura li ser înternetê zêde bû. Rê li pêş temyîza lêpirsînan hat girtin. Gelek malperên înternetê, medyaya civakî û malperên cuda hatin astengkirin. Di Cotmeha 2016'an de li herêma Başûrê Rojhilat xizmeta înternetê hat qutkirin. Li Stenbolê cara çaran meşa 1'ê Gulanê, cara duyemîn Meşa Rûmetê hatin qedexekirin. Hikûmetê ji zagonên OHAL'ê sûd girtin û li hemû bajaran çalakî, meş, daxuyanî û xwepêşandan qedexe kir.

LÊPIRSÎNÊN LI CÎZÎRÊ NEHATIN PÊŞXISTIN

Di berdewama raporê de hat diyarkirin ku polîsan di çalakiyên Parka Gezî de tundî bikar anîn û wiha cih dan dewama raporê: "Di sibata 2016'an de li Cizîrê ku qedexaya derketina kolanan hatibû îlankirin, gelek kesan xwe di jêrzemînê de parast. Lê têkildarî 130 kesên di jêrzemînê de hatin kuştin tu lêpirsîn nehat kirin. Lêpirsîna hat destpêkirin jî tu pêşketin tune ye."

Li gorî pîvanên Ewropa gelek mafên mirovan hatine cewisandin û têkildarî vê yekê hêj tu polîtîkaya Yekîtiya Ewropa a der barê penaberan de tune ye.
Divê li encama vê yekê bê nerîn û ev tabloya derketiye holê dîsa dubare nebe.