ÎZMÎR - Welatiyên Xerabê Baja yên li Îzmîrê dijîn agahiyên ku ji xizmên xwe yên li gund dijîn bi raya giştî re parve kirin.
Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêç 12 roj in berdewam dike. Li xizmên gundiyan ên li Îzmîrê dijî ji ber jiyana xizmên xwe bi fikar in. Sarê Turk diyar kir ku bi xizmên xwe yên li gund ve bi derfetên kêm ên bi telefonê diaxivin, li gund keça dişe wê zarokên meta wê hene. Turk anî ziman ku xizmên wan 12 roj in di bin dorpêçê de ne.
'LI SER BERFÊ BI AWEYEKÎ TAZÎ ÎŞKENCE DIKIN'
Turk got ku bi dişa xwe re axaftinekî kurt di telefonê de kiriye û ev tişt bi wê re parve kiriye. "Niha li wir hemû kes bin çav kirine û operasyonê dikin. Dema em li yên wê derê digerin dibêjin 12 roj in bombe li ser me tê barandin. Birayê min birin dema ku me pirsa dibin kû derê dikin êrîş dikin. Ez nizanim birine kû derê. Li gund ceryan tuneye. Xwarin tuneye em birçî dimînin. Hemû kesên di bin çavan de tazî kirin û li ser berfê heta sibehê îşkence li wan kirin."
'MA KES VÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ NABÎNE'
Turk bal kişand li ser bêdengiya li raya giştî û wiha axivî: "Hemû ciwanên me tune kirin. Li wir dibêjin terorîst hene. Hemû gundî ne. Hemû xizmên me ne, ew xizmên me qetil dikin. Me çav bernedaya mal û milkên tu kesan, me mirov serjê nekiriye, kesek nikare ji me re bibêje terorîst. Bi bombeyan , kepeçeyan malên me xirê dikin."
'AGAHIYE KESEKÎ JI HEV TUNEYE'
Hanîfe Gumuş jî got ku bi xwîşka xwe ya li gund axivî û têkîldarî axaftinê ev agahî da: "Rojê 3 caran li malên me lêgerînê dikin. Ciwanên gund kom kirine. Dema ku min pirsa ciwananên me kir êrîşî min kirin. Agahiya kesekî ji hev tuneye. Axuran bi sewalan ve dişewitînin. Ji cîranan nexweş hene nikarin biçin bijîşk. Ecryan tuneye, şebekeyên telefonan baş nakişîne. Li kesên ku binçav dikin îşkence dikin."
'EM VÎ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'
Gumuş wiha got: "Dewlet dibêje li Xerabê Bava terorîst heye. Hemû kesên li ir cîranên me ne. Me wakî dewletê nekirine ku bibin terorîst. Derdê dewletê bi me re çi ye. Ji ber ku em kurd in dewlet êrîşî me dike. Lê bila bizanibin ku em kurd in û kuştinê naqedin. êdî me çawa qetil dikin. Em vî zilmê qabûl nakin. Em ê li dijî vî zilmê bêdeng nemînin. Em Erdogan û dewletê şermezar dikin. Bila dorpêç bê rakirin. Em ê vegerin gundê xwe. Ew der axa me ye em ê vegerin wê derê."