AMED - Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di doza ku ji ber xebatên xwe yên li KCD'ê hatiye vekirin û bi daxwaza heta 15 salan cezayê tê darizandin nehat berdan.
Doza Hevşaredarê Yenîşehîrê ya Amedê Mehmet Selîm Kurbanoglu ya ji 7 sal û nîv heta 15 salan ceza der barê wî de tê xwestin li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kurbanoglu ji ber xebatên xwe yên di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 7'ê Kanûna 2016'an de hatibû girtin. KUrbanoglu ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû. Di dozê de parêzerên Kurbanoglu amade bûn. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmer, rêveberên HDP û DBP'ê û malbata Kurbanoglu jî doz şopandin. Di dozê de ewil Kurbanoglu axivî û wiha got: "Ez dixwazin li salona dadgehê amade bim û bi vî rengî îfadeya xwe bidim. Bi riya SEGBÎS'ê îfade dayînê rast nabînim. Dixwazim bên berdan."
Dozger der barê dozê de mutalaya xwe da û xwest girtîbûna Kurbanoglu berdewam bike.
Piştre parêzer Sînan Tanrikulu axivî û got ku muwekîlê wî endamê KCD'ê ye û ji ber xebatên xwe yên li vir tê darizandin û wiha berdewam kir: "Der barê neqanûnîbûna KCD'ê de ne biryara Lijneya Wezîran ne jî Dadgeha Bilin heye. Der barê neqanûnîbûna KCD'ê de tu biryar tuneye." Tanrikulu diyar kir ku îfadeya şahidê nepen ê der barê muwekîlê wî de derew e û xwest muwekîlê wî bê berdan.
Piştre parêzer Fethî Gumuş axivî û got ku KCD saziyekî legay a ku xebatên xwe vekirî dide meşandin e, ji roja hatiye avakirin heta niha der darê KCD'ê de 123 caran biryara şopandina teknîkî û fîzîkî hatiye dayîn. Gumuş da zanîn ku ev dozekî siyasî ye û wiha got: "Ev doz ji ber pêkûtiya îxtidara siyasî ya li ser darazê hatiye vekirin."
Piştî parastinên parêzeran dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê biryara berdewamkirina girtîbûna Kurbanoglu da. Ji bo kurbanoglu di dozê de amede be biryara nivîsandina ji girtîgehê re hat dayîn. Doz taloqî 10'ê adarê hat kirin.