NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP, DBP, TJA, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, ÎHD'ê li Mêrsîn, Antalya, Wan û Stenbolê dorpêça leşkeran a 12 rojin li ser gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê şermezar kirin û ji hemû parazvanên mafên mirovan û kesên xwedî wîjdan xwestin ku dengê xwe bilind bikin.
VAN
Rêxistina DBP'ê ya Wanê, bi armanca dorpêça leşkeran a li ser gundê Xerabê Bava ku 12 rojin didome şermezar bike û xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag şermezar bike li avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên DBP, HDP, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, diyar kir ku yên bi vê rêbazê bawer dikin ku dê bi ser bikevin bila li dîrokê binerin. Aygun, anî ziman ku erîşên li bajarên Kurdistanê pêk hat îro li Gundê Xerabê Bava pêk tê û wiha got: "Êrîşên ku JÎTEM'ê di salên 1994 û 1995'an de li Kurdistanê dikir îro tîmên taybet li bajar û gundên Kurdistanê pêk tîne. Gundê Xerabê Bava 12 rojin di bin êrîş û dorpêçê de ye. Serokwezîra berê Tansu Çiler jî digot 'An dê xelas bibe, an dê xelas bibe'. Lê îro Tansu Çiler li holê tune. Lê em li vir in.
Wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag xistin. Em vê yekê şermezar dikin. Îktîdara AKP'ê bi vî rengi komkujiya siyasî li ser me dimeşîne. Ev şerm dê li rûpelên dîrokê bê nivîsandin. Gelê kurd dê di 16'ê Nisanê de bersîv bide van polîtîkayan.
STENBOL
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Cîgira Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Gulseren Yolerî daxuyanî da û wiha got: "12 rojin li Gundê Xerabê Bava dorpêç û qedexeya derve heye. 12 rojin mafê mirovan û mafê jiyanê tê binpêkirin. Ev êrîş di heman demê de li dijî aştî û biratiya gelan pêk hatiye. Em bang dikin ku demek berî demekê vê dorpêçê bi dawî bikin, rê li pêş heyeta mafên mirovan vekin û destûr bê dayîn ku li wir lêkolîn bê kirin û bi raya giştî re rast bê parvekirin."
KESÊN HATIN KUŞTIN RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATINE Û HATINE ŞEWITANDIN
Yolerî, anî ziman ku gund ji aliyê hezaran leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin û kirine qereqol. Yolerî anî ziman ku jin, zarok, ciwan kal, pîr û hemû şêniyên gund hatine binçavkirin û şeniyên gunt tev di îşkenceyê re hatine derblas kirin û herî kêm 3 kes hatine kuştin. Tê gotin ku kesên hatin kuştin berê rastî îşkenceyê hatine piştre hatine kuştin û herî dawî hatine şewitandin. Em bang li hemû mirovan dikin ku li hemberî van pêkanînên li gund hestiyar tev bigerin.
MÊRSÎN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya bajar daxuyanî da û dorpêça li ser gundê Xerabê Bava şermezar kir û xwest ev dorpêç bi dawî bibe. Rêvebera HDP'ê ya Mêrsînê Hatice Şahin, diyar kir ku 12 rojin dorpêça li ser gundê Xerabê Bava berdewam dike û av, telefon û ceyran ji ser gundiyan hatiye qutkirin.
Şahin, anî ziman ku agahiyên li ser medya belav dibin wan dixin nava fikaran û wiha got: "Hemû telefonên welatiyan tev kom kirine. Li hemû welatiyan îşkence tê kirin. Hin welatî bi îşkenceyê înfaz kirine. Yên ku îro li vir pêk hatin, duh li Cizîr, Sûr, Şirnexê pêk hatin. Em bang li hemû mirovan hestiyar û xwedî wîcdan dikin ku hişyar tev bigerin û dengê xwe bilind bikin."
ANTALYA
Rêxistina HDP'ê ya Antalya jî bi heman armancê li avahiya bajar civîna çapemeniyê pêk anî û polîtîkayên dewletê yên li gundê Xerabê Bava şermezar kir. Rêxistina HDP'ê li salona avahiyê pankarta ‘Li gunDê Xerabê Bava komkujî heye" vekirin û daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Îhsan Nergiz daxuyanî da û anî ziman ku bûyerên di salên 1990'an de li Kurdistanê pêk dihat îro dîsa dubare dibe û wiha got: "Bûyerên 90'î îro li Gundê Xerabê Bava xwe dubare dike. plana Îslahata Şarkê ya komkujiya kurdan li bajarê Kurdan dîsa dixe meriyetê."
Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Songul Şarkli jî daxuyanî xwend û wiha got: "Li gundê Xerabê Bava mirovên nexweşê giran hene. Nikarin biçin nexweşxaneyê. Jinên xwendin û nivîsandina wan tune bi zorê belgeyên ku nizanin çine bi wan dane îmzekirin. Lê bila ji bîr nekin ku gelê Cizîrê xwe ji her tiştî re amade kiriye. Îro li Nisêbînê Cizîr dubare dibe. Em bang li saziyên sivîl ên civakî dikin û diwazin ku li hemberî van zext û binpêkirinan bêdeng nemînin.