MÊRDÎN - Wêneyê şêniyê Gundê Xerabê Bava ku Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu di hesabê twîtterê de hat belav kir, şopa îşkenceyê li ser rû û destê wî xuya dibe, asta îşkenceya ku leşkeran li welatiyan kiriye îspat kir. Leşkeran, di 11'ê Sibatê de bi ser gund de girtibû welati tazî kiribûn û bi wan îşkence kiribûn.
Li gundê Xirabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê, tîmên tevgera taybet bi ser gund de girtibû û li welatan îşkence kiribû. Tîmên Tevgerea taybet di 11'ê Sibatê de bi ser malan de girt, welatî li qada gund kom kirin û piştî tazî kirin li wan îşkence kiribûn. Pişt re bi îşkenceyê 3 welatîe kuştibûn û 39 welatî jî bi îşkencê binçav kiribûn. Dorpêça gund û qedexeya derketina derve ya Xerabê Bava 12 rojin didome û telefon, ceyran û av ji ser gund hatiye qutkirin. Heyetên ku dixwazin biçin gund tên astengkirin û destûr nayê dayîn ku parlamenter û parazvanên mafên mirovan biçin gund.
WÊNE ÎŞKENCE PIŞTRAST KIR
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu di hesabê xwe yê twîtterê de wêneyê gundiyê Xerabê Bava yê welatî Abdi Aykut e belav kir û îspat kir ku îşkence li welatiyan hatiye kirin. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu di hesabê xwe yê twitterê de wêneyek belav kir û nîşan da ku îşkence li welatiyan hatiyekirin.
Wêne di malperên civakî de bi lez belav bû. Hat diyar kirin ku wêne aydî welatî Abdî Aykut e û nîşan dide ku rastî îşkenceyê hatiye.