AMED - Derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan de bi daxwaza 38 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan ku di 28’ê Çileyê de hat binavkirin û bi şertê kontora edlî hat berdan de îdîaname hat amadekirin. Îdîanameya ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin, Tan bi îdîayên “bêçek tevlî meş û daxuyaniyên li dijî qanûnê bûye, ligel hişyariyê jî belav nebûne”, “ji bo peywirê bi cihneyînin li ber xwe dane”, “gel vexwendine meş û daxuyaniyên dijqanûnî” û “gel tehrîkî sûc kiriye” hat sûcdarkirin û ji 17 sal heta 38 sal cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.