Rojnameger Asli Ceren Asli hat girtin

RIHA - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gelecek Asli Ceren Aslan, hat girtin.

Rojnameger û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gelecek Asli Ceren Aslan ku di 9'ê Sibatê de li Rihayê hatibû binçavkirin hat girtin. Ceren Aslan bi riya parêzera xwe agahî da û diyar ku piştî 4 rojan di bin çavan de ma hat girtin. Aslan, anî ziman ku bi îdîaya "Îhlala sînor û "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û wê sûcê der barê xwe de red kiriye. Aslan bi riya Parêzera xwe Kubra Gunduz agahî da Bîanetê û diyar kir ku li gel delîl tune bû jî ew girtine.

Aslan destnîşan kir ku di bin çavan de li Fermandariya Cendirmeyan a Serêkaniyê ya Rihayê yaxa TEM'ê rastî lêgerina tazî hatiye. Gunduz anî ziman ku bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin û ev girtin li dijî çapemeniya muwxalif pêk hatiye.

Asls Ceren Aslan, piştî hat girtin ew birin Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê.