ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Figen Yuksekdag, têkildarî xistina parlementeriya xwe bi riya parêzerên xwe peyam şand. Yuksekdag di peyama xwe de wiha got: "Tenê gel dikare parlementeriya me bixîne. Wekî ji bo me hikmê tu tiştên din tune ye."
Hevseroka HDP'ê ya Giştî Figen Yuksekdag têkildarî xistina parlementeriya xwe bi riya parêzerên xwe peyam şand. Peyama Yuksekdagê wiha ye:
"Me wekaleta xwe ji îktidarê an jî ji dadgehan wernegirtiye, me ji gel wergirtiye. Tenê gel dikare parlementeriya me bixîne. Wekî ji bo me hikmê tu tiştên din tune ye. Em ê qethiyen ji berxwedana xwe bi paş ve gav neavêjin. Bila meraq nekin, dê gelê me di referandûmê de li dijî van pêkûtiyan bi 'Na'yê bersiva herî baş bide."